Rojnamevanên 9´ê Cotmehê di qirrkirina siaysê de hatin destgîrkirin bi xebatên siyasî yên KCD û TJA´yê tên gunehbarkirin. Hinceta polîsê Tirk ê dagirker jî muxbirên bênav û Ezela bêwech e.

Rojnamevanên di operasyona qirrkirina siyasî ya navenda wê Amed a li 9 bajaran de hatin destgîrkirin, ji ber xebatên Desteya Giştî ya KCD û TJA´yê yên di 8-9’ê Îlonê de, tên sûcdarkirin. 

Di çarçoveya operasyonên destgîrkirina rojnamevan û siyasetvanan de 9’ê Cotemê polîsan bi ser 200 adresan de girt, ji 151 kesên derbarê wan de biryara destgîrkirinê hebû, 120 hatin destgîrkirin. 23 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dayî, hatin berdan. Ji 25 kesên doh sewqî edliya Amedê hatî kirin, 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û bi rojnamevan Kîbriye Evren re, 13 kes hatin girtin. Di navê de rojnamevan Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdogan û belavkerê Rojnameya Yenî Yaşamê, Savaş Aslan jî, qederê 75 kesan li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. 

Hat zanîn ku gelek rojnamevanên destgîrkirî, di îfadeyên xwe yên li Midûriyeta  Polîsan de mafê xwe yê bêdengbûnê bikaranîne. Rojnamevan, bi îdîayên “Li ser navê rêxsitinê beşdarî xebat û çalakiyan bûyîn” tên sûcdarkirin. Hat destnîşan kirin ku ji rojnamevanan sereqet pirsên mîna “Têkiliya we bi PKK/KCK’ê re heye? Erka we ya di nava rêxistinê de çi ye? Navê kod ku hûn di nava rêxistinê de bi kar tînin çi ye?” kirine.  

 

Dewleta muxbirên bê nav

Rojnamevan, bi giliyê kesekê bênav a di 19’ê Îlona 2018’an saet 21.31’an de telefonî Şaxa Elektronîk a Muxabereyê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê kiriye, tên sûcdarkirin. Muxbir dibêje: “Qewet be. KCK’î tiştinan dikin. Civînên veşartî li dar dixin. Diçin Iraqê, Qendîlê, Hewlêrê û paş ve vedigerin. Hin caran bi pasaportan diçin û hin çaran jî bi qaçaxî diçin û vedigerin. Li wê derê civînan dikin û fermanên li wê derê jî tînin Tirkiyeyê. Diçin Ewrûpa jî civînan li dar dixin. Li Amedê gelek malên wan hene. Li van malan civînên veşartî dikin. Van rawestînin. Bila navê min veşartî bimîne.” 

 

TJA´yê krîmînalîze dikin

Keseke din a bênav, 28’ê Hezîrana 2018’an telefonî Şaxa Elektronîk a Muxabereyê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê kiriye, di giliyê xwe de dibêje: “Ez ê derbarê PKK’ê de çend tiştan bibêjim. Jinên PKK’yî navê KJA´yê li xwe kiribûn. Dema hatin girtin, TJA ava kirin. Jin li vê derê kom dibin. Li aliyê Ofîsê... Hemû kar û xebata wan lidarxistina civînan e û di van civînan de li ser Ocalan û tecrîdê nîqaşê dikin. Şopdarên wan diçin vê derê. Heger tiştekî din seh bikim ez ê peyamê bişînim.”

 

Ezelê rojnamevanî kir sûc

Şahidê veşartî yê bi navê “Ezel” jî di giliyê xwe de wiha dibêje: “Di komîteya weşanê ya çapemeniya rêxistinê de cih digirin. Bi rêya Skypê bi endamên rêxistinê yên li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re diaxivin.”

 

AMED