Rojnamevan Necatî Abay ku ji sala 2004’an ango avabûna Platforma Piştevaniya bi Rojnamevanên Girtî re nûnertiya wê birêve dibe, aşkera kir ku ewê xebatên xwe li surgunê bidomîne. Abay ku weke sûcdarê fikir 3 caran ketiye zîndanan. Abay di dema derbeya faşîst ya 12’ê Îlonê li Girtîgeha Leşkerî ya Metrîs ma ye, di dema derbeya 1997’an de li Girtîgeha Gebze, di sala 2003’an de jî li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ma ye. Rojnamevan Abay destnîşan kir ku, di pêvajoya ku em hatinê de ji ber sedema zextên desthilatdariya AKP’ê ez neçar mame ku ji bo îltîcayê serî li Almanyayê bidim. Abay got; “Ji ber panelên bi mijarên ‘li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê’ li Ewropa bûm. Min panelên xwe yên li Almanya, Swîsre û Fransayê pêkanî bû. piştî ku Dadgeha Bilind biryara xwe di 15’ê Cotmeha 2012’an de aşkera kir, min panelên xwe yên li Belçîka û Hollandayê îptal kir û biryar girt ku neçim Tirkiyeyê. Ez neçar mam ku ji bo îltîcayê serî Almanyayê bidim.”

ENQERE