SEMÎRE ŞEHABÎ
ROJNEWS / SILÊMANÎ
Ciwanên navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê, Koma Defa Wefabûnê damezirandin. Wan karî bi çalakî û karên xwe yên hunerî xwe li seranserê Herêma Kurdistanê bidin naskirin û bibin nasnameya Derbendîxanê.
Koma Defa Wefabûnê girêdayî Navenda Ciwanên Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê ye. Sala 2004’an li navçeya Derbendîxanê bi pêşengiya hunermend, Huner Elî hatiye damezirandin.
Koma Defa Wefabûnê ji 4 jinên ciwan û 15 xortan pêk tê. Hemû jî li defê didin. Li seranserê Herêma Kurdistanê yekem kom e ku tenê defê dijene. Piştî vê komê çend komên din jî hatin avakirin.
Her çiqas Koma Defa Wefabûnê di odeyeke biçûk de provayên xwe dike û xwe perwerde dike. Komê niha 14 salên xwe temam kirine. Bi hêz û şiyana xwe kariye, xweşî, nexweşî, êşên navçeyê di bîranîn û merasîmên taybet de bi defan bîne zimên û cihê xwe di nava hunerê Kurdî de bigire. Herwiha beşdarî çend çalakiyên hunerî yên li derveyî welat jî bûye.
Ji bo dilsoziyê Defa Wefabûnê
Mamosta û berpirsê Koma Defa Wefabûnê, Huner Elî derbarê armanc û sedemê damezirandina komê de dibêje, bi damezrandina vê komê re wan xwestiye girîngiyê bidin amûra defê û wiha dipeyive: “Lewma min navê wê kir Koma Defa Wefabûnê. Ji bo ku endamên wê dilsoz bin beramberî hunerê bajarê xwe.”
Lave Ciwamêr 15 salî ye û di nava komê de ew jî li defê dixe. Ew li ser karê grûbê dibêje, “Ez gelekî kêfxweş im ku li defê dixim. Bi vî hunerî xizmetê ji bajarê xwe re dikim. Niha vî karî ez dilxweş kirime. Êdî rê li pêşiya min nagirin. Niha xwesteka min heye ku ez evqasî din bi pêş bikevim û timî li gel komê bimînim.”
Bi defê xizmeta derbendîxanê
Lave Ciwamêr balê dikişîne ser beşdarûna jinan a di nava çalakiyên hunerî de û dibêje, “Li Derbendîxanê beşdarbûna jinan kêm e. Lê, hêvîdar im ku em ji bo wan bibin rêxweş. Êdî dayik û bav li pêşiya wan nebin asteng. Ji bo wan bibin alîkar ji bo beşdarî karên hunerî bibin.”
Hewrema Macîd 20 salî ye û 8 salen in di nava komê de li defê dixe. Hewrama Macîd ji bo navdarbûyîna komê wiha dipeyive: “Em çiqasî bi kiryarî xizmetê dikin, ew jî bi muzîkê ximzetê dikin. Ji ber ku xalên hevbeş ên hemû gelan cuda ne. Me kariye ji vê navçeyê re xizmetê bikin. Dema ku qala Derbendîxanê tê kirin, qala Koma Defa Wefabûnê jê tê kirin. Ev kom ji bo Derbendîxanê bûye nasneme.”