Gîesler di salên 1990’î de li Osnabruckê însiyatîfa piştgiriya Kurdan ava kir, di vî warî de gelekî kar kir û bi heyetan re gelek caran çû Kurdistanê.

Di salên 1990’î de, nifûsa Kurdan a li bajarê Osnabruckê ji ber zêdebûna koçberiyê zêde bû. Gîesler jî dît ku ji bo Kurd karibin çanda xwe bidomînin û pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin, pêwîstiya wan bi komeleyekê heye. Û biryar da komeleyekê ava bike. Gîesler bi derfetên xwe komele vekir û ji aliyê manewî ve jî destek da Kurdên li bajêr. Di sala 1991’ê de yek ji damezrînerên Komeleya Perwerde û Çanda Kurd a Osnabruckê bû. Piştre jî weke rêvebera komeleyê bi salan kar kir.

Di sala 1994’an de piştî ku PKK li Kurdistanê hat qedexekirin, Gîesler ji ber xebatên xwe yên ji bo Kurdistaniyan bû hedefa gelek zextan û gelek caran ceza lê hat birîn. Gîesler ti carî serê xwe li ber van zext û cezayan netewand û xebatên xwe berfireh kir.

Di nava Kurdan de weke dayika Gîesler dihat naskirin. Her wiha ji aliyê rêveberiya Komeleya Çanda Kurd a Osnabruckê ve di sala 2003’an de bi biryarekê weke dayika Kurdan hat îlankirin û plaketa serokatiya rûmetî jê re hat dayîn.Di merasîma cenaze ya 29’ê Tîrmehê de Kurdistaniyan Gîesler bi tenê nehiştin. Gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Papaz û metropolîtê ku ayîn bi rê ve bir got, “Hîldegart, binêre zarokên Kurd ên ku te gelekî ji wan hez dikir, li vir in.” 


 OSNABRUCK