Li Zelanda Nû kesekî (yan jî gelek kesên) rastgir ê (ên) tundraw êriş bire (birin) ser du mizgeftan. Di êrişa hovane ya dema nimêja xutbê de herî kêm 48 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Komkujî doh li bajarê Christchurchê yê Zelanda Nû hate kirin. Li gorî bîlançoya heta niha piştrastkirî, ji ber êrişa li her du mizgeftan herî kêm 48 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Piştî êrişê polîsan 4 kes destgîr kirin.
Serokwezîra Zelanda Nû, Jacinda Arden diyar kir ku li welêt yekemcar e di asteke wiha awarte de êrişeke tund tê kirin û got, "Eşkere ye ku ev yek tenê weke êrişeke terorîstî dikare bê dîtin."
Êriş li dijî me ye
Arden di peyama xwe de got, welat di rojên herî tarî de ye û diyar kir, koçber û penaberên bûn qurban, "xwestin vê derê ji xwe re bikin welat, lewma Zelanda Nû hilbijartin. Ev der welatê wan e. Ew em in. Kesê ku ev şidet kir, li dijî wan (tenê) nekir, li dijî me kir."
Êrişkarek Awustralyayî ye
Hate ragihandin ku sê ji destgîrkiriyan mêr in, yek jî jin e. Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison daxuyaniyek da û diyar kir, yek ji kesên komkujî kirî, welatiyê Awustralyayê ye û weke "terorîstekî rastgir û tund" dihate naskirin.
Polîsê Zelanda Nû diyar kir ku li wesayitên gumanbar, madeyên teqemeniyê hatine dîtin û bêbandorkirin. Asta alarmê ya li Zelanda Nû jî hate bilindkirin.
Taktîkên DAIŞ´ê
Êrişkarekî bi zindî di medya civakî de êrişek ji wan weşand. Dîmenên wê jî 20 deqîqe ne. Di dîmen de xuya ye ku êrişkar bi çekê li mirovên li mizgeftê direşîne.
Tê gotin, êrişkarê rastgir ê tundraw, li platformeke înternetê manîfestoyeke komploger û dijberî Îslamê weşandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN