Peyva wêje ji gotina “bêje” hatiye. Ereb ji re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin.
Ji hunera ku bûyeran, raman, hest û xeyalan bi şêweyekî spehî (estetîkî) bi rêya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin.
Wêjevan her dem dixwazin ku tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber ku mijara wêje mirov û jîyan e. Dixwazin alîyên mirov ên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê.
Wêjevan hevparîya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina wan. Bi vê xisletê wêje cîhanî ye. Lê nayê wê wateyê ku cudatî di navbera wêjeyên civak û netewan de tune ye. Her gel li gorî jiyana xwe ya civakî, aborî û siyasî çand û wêjeya xwe diafirîne.
Wêjevan bi riya rêkûpêkkirin û xweşikkirina peyvan derd, kul, keser, şadî û xweşiyên xwe tîne ziman. Raman, hêvî û xeyalên xwe bi peyvên spehî dixemilînin û pêşkeş dikin.
Wêje ne tenê tiştên ku hatine nivisîn. Lê belê her wiha ji tiştên nenivisî re jî wêje tê gotin. Wêjeya nivîsandî û wêjeya devkî, dibin du beş.
Li nav gelek gelên ku hê jî negihiştine serxwebûna xwe, wêjeya devkî li pêşiya wêjeya nivîsandî ye. Wêjeya hemû gelên cîhanê bi wêjeya devkî destpêkiriye û piştre hatiye nivîsandin.
Bi guhartin û xwenûkirina jiyana mirov û netewan re wêje jî formê nû digire û xwe nû dike. Ez dikarim bêjim wêjeya netewan neynika (awêna) netew û gelan e. Weke mînak mirov di gelek stranên sedsalên bihurî yên kurdan de evîna di navbera evîndarên olcuda de dibîne. Mirov di nav stran û çîrokên wê demê de dibînê ku gelên cuda li Kurdîstanê bi hev re jiyane û têkiliyên wan ên civakî bi hev re hebûne. Van têkiliyan kiriye ku ciwanên olcuda bûna evîndarên hev. Mînak strana “Matran Îsa” ya “Derwêş Evdî û Adulê” an jî “Kirîvo”. Weke van stranan bi dehan stran hene ku jiyana hevbêş ya Kurd, Sûryan, Ermenî, Misilman, Êzdî, Sûnî û Elewiyan nîşanî me dikin.
Tiştekî dinê ku îro em li nav wêjeya kurdî nabînin, ew e ku stran û çîrokên bi giranî şerên êlan anîne ziman in. Ew stran li ser şerên êl û bavikan e, li ser şerên xal û xwarzêyan e, yên li ser şerên hevşêlandin û rêbirîna hev, em îro wan nabihîzin.
Em li sirûda netewî Ey Raqîb binêrin, em ê baştir xwenûkirin û guhêrîna wêjeyê bibînin.
“Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin. Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.”
Wê demê helbestvanê hêja Dildar li zîndanê ye û Ey Reqîb li zîndanê dinivîse. Ey Raqîb heta roja me weke sirûdê netewî hatiye. Ji gotinên sirûdê tê fêhmkirin ku neyarên kurdan xwestina wan tune bikin û kurdan jî, ji bo nemirin li ber xwe daye.
”Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.”
Dildar helbestvanê netewî, lewaziya kurdan ya wê rojê bi van gotan tîne ziman. Ez bawer dikim ku heke îro sirûda kurdan hatiba nivîsandin, Dildar dê negotiba, “kes nebê kurd dimirin”. Dê bigota, “kes nebê kurd dê bêazadî bijîn, dê azad bihêje ala kurdan”. Ji ber ku kurdan kefenê mirinê dirandin û îro serkêşiya azadiyê di herêma xwe de dikin. Kurd ji wêjeya mirinê, derbasî wêjeya azadî û serkêşiyê bûna.
Dîsa stranên kurdan ên nû, ne li ser lehengên şerên nav xwe ne. Li ser rizgarî û azadiyê, helbest, stran, çîrok û romanên kurdan têne nivîsandin. Xwenûkirin û guhêrîna wêje bi jiyana gel û netewan re di wêjeya kurdan de gelekî vekirî xuya dike.
Heke îro dengbêjekî/e kurd rabê û stranekê li ser şerê hevkuştina êlan bistrêne, kêm kes dê lê guhdar bikin û gelek kes dê pêbikenin.
Wêjevan wênekêşên dema xwe ne û wêje jî neynika dema xwe ye.