Em ji gotara xwe ya berê vê nîvhevokê ”...sebra hunerî...” hildin û derbasî mijara xwe ya vê heftê bibin. Me gotibû em ê bi giştî behsa erkên rewşenbîrî û nivîskariyê bikin.

Belê bêşik berhemeke hunerî wext û sebrê dixwaze. Lê ev tenê jî têr nakin. Xebateke birêk û pêk divê. Em ji bîra nekin ku xebata bi plan û proje hîmek din a çîroka afrandinê ye. Berhevkirina hûrgiliyan, li eleka zanistiyê xistina wan, bi tecrûbe, hostetî û hesasiyeta hunerî formdayina wan serêşa herî bingehîn a hunermend e û hê di dawiyê de berhem tê. Îca piştî ku berhem çap dibe û belav dibe, xwendevan û rexnegir qedera berhemê heta radeyekê ew diyar dikin.

Hinek berhem di dema derketinê de ji ber derfet û têkiliyên berfireh ên afrênerên xwe zû belav dibin û bi mirina afrênerên xwe re ew jî li ser refikan dirizin û diçin. Hinek berhem jî ji ber nevoreka xwe ya veşartî û dijwar rojekê tenê jî dilê xulqênerên xwe şa nakin, lê piştî mirina wan biharê ji wan re tînin çokê. Ev jî himekî bi xweserî, awayê xebatê û zanista afrêner ve girêdayî ye.

Xeseriya hunermend êdî cewherê meselê datine. Heger hevîrê vê berhemê bi ked û zanista hunerî hatibe amade kirin û pêvajoya pijîna wê jî bi destê kevaniyeke hestyar temam bûbe, êdî ew berhem ê bi qirnan temendirêj bibe. Û her cara ku têkilî digel wê berhemê were danîn ew ê têkildarê xwe bi aliyekî xwe yê nekivşikirî matmayî bihêle û wan bi bedewî û vegotina xwe ya hunerî veciniqîne. Ew ê hertim rûyekî xwe yê nû û balkêş nîşanî têkildarê xwe bide û bike ku ew devjihev li himberî xulqênerê berhemê temene bibin.

Hunermendên di vê astê de ku xwe li himberî pêlên dijwar ên jibîrkirinê bidirêjahiya dehsal û sedsalan digirin dibin xwedayên dunyayî. Çawa ku me hewl dabû em di gotara xwe ya berî vê de behsa şertên zehmet ên derketina kadro û rêberên siyasî bikin, bi nêrîna min heman pîvan û mêzên ji bo rewşenbîrên giranbuha jî maqul e, ku mohra xwe li guhertinên bingehîn ên asta cihînê didin.

Heta deverekê barê hunermend û rewşenbîran ji yên siyasiyan jî, hem girantir û hem jî taybettir e. Ji ber ku dema kadroyek an jî pêşengek ji neteweyên bindest gava xwe ya pêşî davêje, ew dizane bê çi li pêşiya wî/wê heye. Ew xwe ji despêkê ve ji bo şer amade dike?

Lê rewşenbîrê ku kar û hunera wî pênûs û firçe ye ew tenê li ser dayina berhema xwe difire. Îca dema bi êrîşekê re rûbirû dibe tenê di asta parastina rastiya huner û ilmê xwe de tevdigere. Tenê dibêje “Dunya Girover e û li dora xwe dizîvire”. Berxwedan ango xweparastina wan hew ev e.

Ji siyasetê cuda derketina rewşenbîr û zanayan li hemû dunyayê bizehmetî pêk tê. Peydabûna wan girêdayî gelek şert û mercên destdêr e. Bi piranî zeviya wan jî beyar û bejî ye. Ew ne qumaşên erzan in û hibra pênûsa wan jî bi buhayê peydakirina şîrê şêr di eyarê şêr de ye. Ew mîna mirarî û cewheran di nava qalikê beqlîsanokên binderyayî de nadîde, kêmdîtî û kêmpeyda ne.

Her wisa jî, ew ne bi çend gotinên xweş û pesindarî di deryayên bêdawî de avjenî dikin û ne jî di dilopeke çavnebariyê de difetisin. Ew timî zend û bend vedayî karkerên pêkanîna xewn û xeyalên xwe ne.

Bi pêjnên xwe yên sil û guhdîk, hûrgiliyên hevbeş ên êş û xweşiya mirovahiyê dibînin û wan kêliyan bi aqilêxweînkarkirî dide hunandin. Mirov dikare di vê rewşê de bêje heger berhemên zanistî berên rasterast ên aqil bi xwe bin berhemên hunerî jî ji têkiliya aqilê-xwe-inkarkirî û hestên bihişmend û pêjnoyî çê dibin.    

Li vir hunermend loma mirovên xwedî karînên deraqilî ne. Timî dersînor û terqiyayên aqil in. Şopa wan nexwiyayî û di rewşeke hişçûyî de ew timî li deverên nediyar nêçîra kêliyên nezeftkirî yên di nava dijwariya şikestin û serfkeftinên sedsalî de dikin û ew kêlî ji devê pênûsan wan riste bi riste tê rêsan û di her firçeyeke wan de hêdî lê kedî û naskirî diherkin rûhê xwendevan û bînerên xwe.

Nivîs berdewam dike...