
Di 2009’an de, dema ku min xwest weke “lêpirsînekê” ji bo dosyeyeke taybet a wêjeya Kurmancî hazir bikim, hin pirsên ku min meraq dikir hebûn. Piştre ew pirs, bi wext re guherîn, hin ji wan yekcar “demode” bûn û gelek tiştên din hatin serê wan. Hesen Ildiz, sala 1991’ê li gundê Şewaşiya Şemrexê (Mêrdîne) hate dinê. Zarobûna wî li gund, di nav dijminnatiyê de derbas bû. Piştî gund, jiyana wî li Ûşak, Îzmîr û li Stenbolê derbas bû, niha terkeserê Erasmûsê û li Bûdapeştê ye.
“Tirspîvan” berhema wî ya ewil e, weşanên Belkî weşand. Yên ku bêhtir bixwazin wî nas bikin, fermo.
Çawa ku berhema te “Tirspîvan” derket û bi carekê re tu wenda bûyî? Rewşa te ya niha çawa ye? Çima tu terkeser bû?
A rastî piştî ku ez winda bûm “Tirspîvan” derket. Çûyîna min a Ewrûpa ji berê diyar bû, derketina “Tirspîvanê” hinekî dereng ket û surprîzek bû ku roja ez gihaştim Ewrûpa pirtûk jî derket piyaseyê. Rewşa min niha ne xerab e, qe nebe ez dibêm ez li wan deran bûma ji ber ku stresa rojane û rojevê dê rewşa min xerabtir bûya. Sedema derketinê dûdirêj e, lê dikarim bi çend hevokan wiha bi lêv bikim; min dixwest him li Ewrûpa wextekê bijîm û li hemû Ewrûpayê bigerim, ev tişt him bo rihê min him bo civaknasî û wêjeya min wê baş bibûna. Bi xêra vê bernameya Erasmûsê jî xwesteka min bi cî hat û ji bo min bû ezmûneke bêhempa.
Ka em careke din biçin destpêkê; te kengî, li ku û çawa dest bi xwendin û nivîsandina Kurmancî kir?
Xwendina min a Kurmancî bi xêra ferhengokeke kesk a li ser Azadiya Welat hatibû dayîn, dest pê kir û bi pirtûkeke Mahmûd Baksî dewam kir. Lê bi hawayekî rêk û pêk di destpêka zanîngehê de bi xêra Şêwirê ez dikarim bibêjim dest pê kir. Herçî nivîsandin e, bi xêr û zora hevalekî min ê qedirbilind sala 2011’an min dest pê kir. Rojekê bi hukmê zorê bo kovarekê çîrokek bi min da nivîsandin, ev çîrok ji aliyê wî û çend hevalên dinê ve pir hate ecibandin û nivîsandina min a Kurmancî wiha dest pê kir. Bi darê zorê carinan hin kes digihêjin mirazê xwe.
Berî ku tu binivîsî, te ji kengî ve dixwest tu binivîsî? Û te got, ez ê bibim nivîskar? Çi bû sedem ji bo ku tu binivîsî?
Gava ez 13 salî bûm, di dawetekê de ji ber ku min nikarîbû govend bigeranda keçika herî xweşik a gund ji destê min derket, wê rojê min biryar da ku, bibim nivîskar ango ger min bikariba govend bigeranda, ez nedibûm nivîskar.
Ji ku heta ku… Serboriya “Tirspîvan”ê?
Serboriya “Tirspîvan”ê li Stenbolê bi “J”yê dest pê kir û beriya ezmûna min a herî giran, a ji ber xebata wê ji canê xwe aciz bûbûm, bi nivîsandina “Anatomiya Şêwirekê” domand. Piştî wek dosyekê hat qedandin; çû ber destê çend rexnegiran, bi xêra wan rexneyan ji % 50 guherî, dîsa çû dîsa guherî. Heta roja min got, êdî hew dikarim bi ser wê bixim, min nivîsandina wê domand. Dawiya min çîrokên xwe neecibandin, li ber dilê min sar bibûn, ger ne di wextê înternetê de, em di wextê kaxiz û qeleman de bûna, belkî ji zû ve bihatina şewitandin. Lê piştî saleke din, ez li van vegeriyam û min bi çend kesan dan xwendin, kêfa min ji wan re hat û pêvajoya çapkirinê dest pê kir. Rojeke şemiyê taşîxewê, postevan anî ji min re min hêdîka yek ji qartonê derxist xist navbera pirtûkekeke Sartre û Kundera, dawiyê jî piştî min xist nava wan ez raketim. Niha jî gava bersiva vê pirsa te didim di bin simbêlan de li min dinihêre û dikene.
Ligel her tiştî bi rehetî dikarim bibêjim serboriya nivîsandina “Tirspîvan”ê , rojên herî bi zahmet; lê yên herî xweş ên jiyana min bûn.
Tu niha serê xwe bi çi diêşînî? Çi xebat li ber destê hene? Wê pirtûka duyem kengî temam bibe?
Serê xwe bi vê hevpeyvînê re diêşînim, “J” û keçikek pir xweşik heye bi bengiyek Şêxê Senanî ketime tora wê ew dibe sedema serêşiyek romantîk. Wekî dinê dilê min heye bo salekê biçim Emerîkaya Latîn, amadekirina wê serêşiyek bi kelecan e. Niha dosyeyek romanê û dosyayek çîrokên mînimal li ber destê min hene. Mesela ewê kengî biqedin, wilo bibêjim dê baştir bê fêhmkirin. Herdû jî li ber “qedandinê” ne. Lê ez biqedînim jî heta gelek carên dinê di ser re derbas nebim (bê mane) dev jê bernadim. Heta nebêjim “yaboo, êdî nikarim tiştekî lê zêde bikim an kêm bikim” ne ew dev ji min ber dide ne jî ez dev ji wan... Loma nikarim bibêjim kengî, qe nebe ji bo min biqede belkî du meh paşê, belkî jî sê salên dinê.
Ji kîjan nîviskaran kêfa te tê? Xwendinên te bi giştî çawa ne?
Wek romannûs; Sartre, Kundera û İmre Kertesz û hevserokên wan Loris Dessing, Herta Muller, Elferide Jelinek… Wek Çîroknûs; Gogol, Çexov ( ji ber ku tixtor e), Cortazar, Poe, Nadas, Boccaccio, Sadik Hidayet. Ji helbestvan jî Mella, P. Celan û Rimbaud. Ji nav Kurdan; Eta Nehayî, Ciwanmerd Kulek, Şêrzad Hesen û Rênas Jiyan.
Di nav vê teşqela şer û rojeva giran de, wêje bi kêrî çi tê?
Beriya em werin ser şer, divê em vê pirsê bipirsin: Di jiyanê de wêje bi kêrî çê tê? Bo min di vê jiyana kambax de, wêje sebr û deyaxa herî mezin e, bê wêjeyê ez nikarim debar bikim, li vê jiyanê. Wêje derd û kulan pîne dike, jiyanê bedew dike. Îjar gava em werin ser şer, jixwe dunyeya qirêj, bi şer bi temamî diherime û ger di wextê şer de tu nikaribe bimrî û bikujî, wêje stargeha herî baş e. Loma wêje di van katan de mertala herî bi hêz e.
Ku em qala xwendevanên te bikin, ew kî ne?
Piraniya wan Kurd in, di derheqê hejmara wan de ez nizanim çiqas in, lê ez dibêm ji nîvîskarên Kurd hindiktir in. Lê ligel kêmbûna wan xwendevanên Kurd bi kalîte ne, lewre beriya dest bi xwendina Kurdî kiribin, têra xwe bi Tirkî xwendine. Ji aliyê xulqên xwe, birçiyê xwendinê ne, wek dêyek çawa li benda zaroka xwe be, xwe wiha didin benda berhemeke baş.
Şêwir û komên xwendinê
Şêwir û komên xwendinê, bo xwendinê motîvasyoneke mezin diafirînin. Ji ber ku her tim sirkulasyonek çê dibe, bi her kesên nû parvekireneke wêjeyî ya bêhempa pêk te. Lê di jiyana min de ciyekî pirr taybet digire şêwir, çawa hin kes wek nifşên Hewarê, hin kes wek nifşên Rewşenê tên binavkirin ez jî dikarim xwe wek yekî ji nifşên şêwirê bi nav bikim, heta bi rihetî dikarim bibêjim ez zarokekî şûm ê şêwirê me.
Di koma xwendinê de berhema te hate xwendin, ku tu jî li wir bûya û te nivîskarê “Tirspîvanê” nas nekira, teêw çawa ev berhem binirxandina, a rast bibêje ji kerema xwe?
Ez ê wek endamekî şêwirê û wek pirtûkeke nivîskarê wê kêm zêde nas dikim, binirxînim. Pirtûka ji heft çîrokan pêk hatiye, ji aliyê berg û mîzanpajê ve qet bi serê min neket. Di gelek ciyan de heta di paşbergê de şaşiyên nivîsê hene. Gava em werin ser naverokê; kêfa min ji çîrokên “J, Tirspîvan û Utopyaya utopîk” re pir hat, lê “Xewna dîrokî” hinekî klasîk e, “Anatomiya Şêwirekê” kesên haya wan ji formata şêwirê tunebe, dê tu tahmê jê negirin. “Hewara êşê” ne xerab û ne jî baş bû, “Bota Scoter” jî her çendî min ecibandibe jî bandoreke Gogol a berbiçav hebû. Gava em li zimanê wî binihêrin zimanekî ne pirr dewlemend be jî ne xerab e, lê hinekî mêrane ye.
ÇETOYÊ ZÊDO