Gerîlayê nivîskar Îskan Amed ji bo têkiliya gerîlatî û nivîskariyê dibêje jiyana gerîla derfetê dide mirovan ku xwe ji gelek aliya ve bi pêş bixin û ji bo wî jiyana li çiyê, nivîsandina li çiyê, mîna eşqekê ye.

Îskan Amed ê li nava gerîla li ser wêjeyê jî dixebite, di sala 1979’an de li navçeya Amedê Farqînê ji dayik bû. Malbata wî ji ber ku welatparêz bû, timî bû hedefa zextên dewletê. Ji ber van zextan neçar man koçî Pasûrê bikin. Sala 1992’an piştî ku Pasûr ji aliyê dewleta Tirk ve hat xerakirin, malbatê koçî navenda Amedê kir.

Amed da xuyakirin, ku ji ber zexta dewletê ew çûn metropolên Tirkiyeyê û bi bûyerên bi serê wan hatî re wî rastiya dewletê baştir fêm kiriye. Amed di encama vê yekê de, sala 2003’an tevlî nava refên gerîla bû û hestên azadiyê yên rasteqîn li çiyê dîtin.


‘Gerîla ne tenê şervantî ye’

Amed dide zanîn, ku gerîla ne tenê şervanekî dest bi çek e û balê dikişîne ser aliyên nivîskarî, helbestvanî û wêjeyî yên gerîla: “Gerîla piralî ye. Ji aliyê bîrdozî, siyasî, rêxistinî, jiyan, çand û wêjeyê ve hem xwe li gorî xwezaya di nav de dijî, hem jî li gorî erdnîgariya xwe bi rêk û pêk dike.”


‘Nivîsandina li çiyê, mîna eşqekê ye’

Amed îşaret bi girîngiya jiyana li çiyê kir û qala karê xwe yê wêjeyê kir: “Ji bo min jiyana li çiyê, nivîsandina li çiyê, mîna eşqekê ye. Em di nava şerekî de ne. Bi qasî heft salan li Botanê, li Gabarê mam; gelek heval li kêleka min şehîd bûn. Ji bo bîranînên hevalên xwe yên şehîd bidim jiyîn, min dest bi nivîsandinê kir. Tevî ku bi nivîsên xwe nikarim bi têrkerî qala wan bikim jî, nivîsandina wan ji bo min weke deynekî ye. Lewma di nivîsên xwe de ewilî qala hevalên şehîd bûyî dikim. Ji bo min erkeke pîroz e ku wan bi yên wan nas nakin re bidim naskirin. Şehîdên me afirînerên vê şoreşê ne. Divê her kes wan nas bike. Pêwîst e ku em bi cîhanê bidin nasandin bê têkoşîna me ji aliyê kê ve bi çi rengî hat bipêşvebirin.”


Li ser jiyana Adil Bilikî dinivîse

Helbestên Amed di pirtûka ‘Hissedilen Özgürlük Gabar (Azadiya tê hîskirin, Gabar)’ de hatin berhevkirin. Pirtûk sala 2012’an ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hat weşandin. Gerîla Îskan Amed, tevî pirtûka ji helbestan, romanekê jî dinivîsîne û di vê romana xwe de qala fermandarê efsanewî yê gerîla Adil Bilikî (Ramazan Aybî) dike.


HELGÛRT BAGOK / ROJVAR KARAKOÇAN / BEHDÎNAN