
Kovara lêkolîn, rexne û teoriya wêjeyê, Wêje û Rexne bi hejmara 8’emîn derket. Di vê hejarê de dosyeya bi navê ‘Pêjnên Wêjeya Kurdî ya Modern di Serdema Dawî ya Osmaniyan de’ balê dikişîne.
Kovara ku ji sala 2014’an ve weşana xwe li ser rexne û nirxandinên wêjeyê dike, di vê hejmara xwe de, balê dikişîne ser serdema dawîn a osmaniyan, şopa xebat û neteweperweriya Kurd digire dest. Di kovarê de li gel çend wergerên li ser vê qadê, dosyayeke xurt ji meraqdarên vê beşê re hatiye amadekirin.
Di vê hejmarê de bi armanca bibîranînê, Hemzeyê Muksî, nivîskar û aktîvîstê Kurd ê serdema osmaniyan, bi pêşgotina xwe ya bi sernavê ‘Edebiyat û Asarê Edebî’ ku di sala 1919’an de ji bo çapa ewil a Mem û Zînê amade kiribû, di rêza yekem de dibe mêvanê rûmetê yê kovarê. Her wiha li ser bergê kovarê jî Mem û Zîn cih digire ku Hemzeyê Muksî di sala 1919’an de ji bo çapê amade kiriye. Ji derveyî van nivîsan di vê hejmarê de bi nivîs, werger û analîzên xwe gelek kesên wekî Omer Faruk Yekdeş, Servet Erdem, Şehmuz Kurt, Zafer Açar, Dilawer Zeraq, Tahir Baykuşak, Farangis Ghaderi û Dawid Yeşîlmen jî kedeke hêja daye kovarê.
AMED