Kurê wî yê waftîz Laurent Feliculis  li ser mirina Tournier wiha axivî: “ Em bi wî  re bûn her dem, ji 3 mehan ve nema dikarîbû bi tenê bimîne.” 

Michel Tournier hemû berhemên xwe ji efsaneyên kevnar wergitine, û bi şêweyê xwe yê taybet ji nû ve diafirandin, ew dereng derbasî warê wêjeyê bû. Piştî ku temenê wî gihîştibû 40 salî.


Nivîskarekî gewre bû

Di sala 1967’an de, xelata mezin ya romanê, ya Akademiya Fransî, ji bo pirtûka xwe ya bi navê ‘Înî an jî-arafa Pasîfîkê’ wergirt. Serokomarê Fransayê Francois Hollande li pey mirina Tounier daxuyaniyek weşand û ji bo wî got: “Xwedî qabiliyeteke bêdawî û nivîskarekî gewre bû.”


Kî ye?

Tournier di sala 1924’an de ji dayik bûye, ji dê û bav ên di zimanê Elmanî de pispor bûn, lewra ew ji çanda Elmanî pir hez dikir, piştre di zanîngeha Sorbûn de, beşê felsefeyê xwend, ji sala 1950 ta sala 1968’an de karê wergerandinê kir, û di radyoya Ewropayê de jî xebitî, piştre pêşkêşvanî di kenaleke Fransî de kir.

Pirtûka wî ya dawî di Tîrmeha 2015’an de hate çapkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN