
Yek ji beşên wêjeyê ya herî dewlemend wêjeya devkî ye. Di her cur berhemên wêjeyî de hilberînên wêjeya devkî hene. Çîrok, çîrçîrok, destan, helbest, stran û hwd. Zimanê wêjeya devkî zimanê gel e, xwezayî ye, serpêkahtiyeke dirêj e bi keda gel a komunal çêbûye, ji ber wê jî berhemên wê, berhemên gelêrî ne. Hemû berhem ji nava kûrahiya jiyana gel derketine. Naveroka wan evîn, bext, hevaltî, berxwedan, welatparêzî, hevkarî, bawerî û gelek nirxên din in. Mîraseke hevpar a gelan e.
Dema ku mirov baş guhdar bike; mirovan dixin nava xeyalan û di kesayetiya mirovan de dadgehên exlaqî didin derxistin. Mirov dikare başî û nebaşiyên xwe kêmasî û nebesiyên xwe li bêjingê bixe û encamekê jê derbixe. Wêjeya devkî tu carî rastiyan çewt neke, dixemilîne û pêşkêş dike. Zimanê wêjeya devkî, dewlemendî û xwezaya xwe, ji xwezayê digire. Lehengên berhemê nav û bedewbûna xwe, ji hebûnên xwezayê digirin. Navê evîndarê Xezal, Binevş û Qumrî ye, dişibe kevokê. Wêjeya devkî pir dewlemend e. Hin berhemên wê li gorî herêman xwedî bi dehan versiyonên cuda ne. Heta heman berhem û li heman herêmê versiyonên wan cuda ne.
Ruhiyeta zindîbûnê ya wêjeya devkî
Wêjeya kurdî ya devkî gelek hilberînên bêhempa kirine mîrasê wêjeya devkî ya cîhanê. Veguhezêrê vê xezîneyê jî zêdehî dengbêj û çîrokbêj in. Bi keda wan a hezaran salan ev berhem gihîştine roja me ya îroyîn. Destan û çîrokên Wekî Memê Alan Dewrêşê Evdî, Keleha Dimdimê, Newroz, Rustemê Zal, geh çîrokî geh stranî ji van tenê çend berhem in.
Kurdistan welatekî mêtingeh e. Ji ber vê ji pêşketina teknolojiyê bêpar maye. Dibe ku tesbîteke wiha şaş nebe: Belkî vê mehrûmiyetê heta astekê xizmetê civaka kurd jî kiriye. Mînak; di tunebûna ceyran û televîzyonê de civat li odeyan diciviya, çîrok û stran digotin. Dengbêj û çîrokbêjên kurd qabiliyetên xwe yên şanogerî jî tev pêşkêş dikirin û gotinên xwe yên efsûnî digotin. Ev gotin hezar sal in dijîn. Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Gulê, Reso, Şakiro, Karapêtê Xaço, Fatima Îsa, Kawis Axa û bi sedan nemiran ji ber vê sedemê hê jî dijîn. Gotina; “Stranên ku netewe çêdikin, ji qanûnên tên çêkirin xurtir in” vê rewşê îsbat dike. Ev yek bi van navên nemir ên me li jor gotin xwe dide der. Di dema van dengêjan de mezinên wê demê, wê herêmê kî ne zêde kes nizane lê navê van nemiran kêm kes nizanin. Wekî afrîner û veguhêzên xwe; berhemên wêjeya devkî tim bi ruhekî zindî barkirî ne. Ji 2627’an ve ger ku zanebûna destana Newrozê û serhildana Kawayê Hesinkar hê jî bi milyonan mirov di roja 21’ê Adarê de dadixe qadên Newrozê, ew rûhiyeta zindîbûna hezar salan e. Dîsa îxanet jî di destana Kela Dimdimê de bi kirinên Mehmûdê Malakanî tê dîtin. Bi bêbextiyê re jî di destana Memê Alan de bi kirinên Bekoyê Ewan re rû bi rû dimînin.
Xezîneyên nava dilê dengbêjan
Hîna jî aşiq ji maşûqên xwe re hestên xwe bi beytên li ser evîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê hatine gotin, tînin ziman. Ew evîndarên bêmiraz û nemir careke din di bedenan de zindî dibin û destan dijîn. Piştî demekê wêjeya devkî cihê xwe ji wêjeya nivîskî re hiştiye, lê belê girîngiya xwe dewam kiriye. Berhemên wêjeya nivîskî, yên çavkaniyên wan wêjeya devkî ne û hatine nivîsîn dema niha jî klasîkên wêjeyê ne. Çîrçîrokên hezar şevan û antolojiya çîrokên gelan pirtûkên herî zêde tên xwendin in. Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta bi birayên Celîl û Ordîxanê Celîl, Fêrigê Ûsiv, Şemil Esgarov û gelek sazî û nivîskarên hêja di komkirina wêjeya devkî û amadekirina nivîskariya wan de keda pir mezin dane.
Ji ber qedexebûna zimanê kurdî hê jî bi hezaran berhemên wêjeya devkî nehatine nivîsandin û bi xetereya jibîrbûn û windabûnê re rû bi rû ne. Lewre kesên van berheman dizanin emrê wan pir mezin e û yek bi yek koçî dilovaniyê dikin. Roja îroyîn peywira giran û lezgîn ew e ku ew kesên dikarin komxebata wêjeya devkî bikin, sindoqên dilê wan kal û pîran vekin û xezîneyên nava dilê wan bi pêşerojê re parve bikin.
ABDULLAH KARATAY / Girtîgeha Tîpa H ya ERZIROMÊ