
Derfetên Kurdî zêde bûne
Mamosteyê beşa Ziman û Wêjeyê Serwet Denîz diyar kir ku heta niha gelek kesan der barê wêje û zimanê kurdan gelek tişt gotine, gelek çavkanî hene, lê bi van çavkaniyan re pirsgirêka wan heye û wiha got: “Pirsgirêk çi ye? Yên ev çavkanî û belge amade kirine, li gora xwe amade kirine. Piranî zanîngehên welatên din, gerok yan jî mîsyoner, dîroknas, bazirganan amade kirine. Her yekî li gorî nêrîn an jî polîtîkaya dewleta xwe, li gorî bîr û baweriya xwe ev materyal amade kirine. Niha di piyasê de gelekî zêde ne û piraniya kurdan jî van dixwînin.”
‘Emê van agahiyan nû bikin’
Serwet Denîz anî ziman ku dixwazin ji nû ve, bi ferasete rast dîrok û wêjeya kurdî binirxînin û wiha got: “Nêrîna oryantalîst a bi çavekî xwe li xwe nihêrandin nêrîneke serdest e. Gelek kesên ku qaşo wê nêrînê rexne dikin, bixwe jî di dawiyê de mirov dinêre di bandora wan de dimînin. Bi hestên netewperweriyê hinek tişt hatine afirandin, pirtûk hatine amedekirin û ev li ber hev hatine zêdekirin. Bi vî hawayî hişmendiyek belav bûye. Lê ev hişmendî jî îro têr nake. Divê em wan agahiyan nû bikin, berfireh bikin.´
‘Wêjeya Kurdî ya resen’
Mamosteyê dersa ziman Omer Fîdan anî ziman ku îro ji bo pêşketina wêjevanan, wêjehezan gelek derfet hene û wiha got: “Ji bo ku karibin li ser koka xwe şîn bibe, sûd bibin ji bo pêşerojê. Li ser axa xwe wêjeya kurdî ya resen pêşdikeve. Li ser axa xwe şîn dibe. Ev dilşadî û kêfxweşiyek e. Hevalên ku tên li vir ser wêjeya kurdî tecrubeyeke me çêbû.”
‘Kurdiya me pêşket’
Xwendekara beşa wêjeyê ya bi navê Zelal Erdemcî diyar kir ku bi tevlibûna dersên wêjeyê ve hişmendiyeke nû hatiya afirandin û hestên xwe wih anî ziman wiha got: “Mirov dikare bibêje li vir jiyaneke kurdewar an jî jiyaneke kurdîstanî heye. Kurdiya me pêşket. Ez bawer im, ji bo siberojê, ji bo pêşerojê tiştên erênî ne. Ji bo temel avêtina pêşeroja me dibe û dibistanên kurdî vebe. “
Xwendekarekî din ya beşa wêjeyê Mehmet Salih Ongun da zanîn xwedî li wêjeya xwe derdikevin û wiha axivî: “Bi rastî jî ez pir kêfxweşim ku di bin baneyê saziyeke wiha de, bi awayekî akademîk li ser wêjeyê radiwestin. Li hember saziyên dewletê ev der ji bo me bi awayekî zanistî, cudahiyek e. Li gorî hişmendiya mirov nebe, mirov nikare bi ser bikeve.
Xeyala zarokatiyê
Xwendekar Nurcan Ozçelîk jî da zanîn ku dema di dibistanên dewletê de dixwend xwe aydî dibistanan nedît û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de her tim dixwest perwerdehiya kurdî bibînim, ev di dilê min de mabû. Armanca min ya hatina vir ew e ku helbestên kurdî binivîsînim. Ez dixwazim der barê wêjeya devkî, dengbêjiyê, bîwêjan de xwe pêşbixim. “
DÎHA/AMED