
Nivîskarê Kurd Abdurrahman Bedir par bi pirtûka helbestan a bi navê “Xemzêm” derket pêşberî xwînerên Kurdî. Bedîr aniha li ser romana “Warê Firaran” dixebite ku di roman de behsa komkujiya Geliyê Zîlan dike.
Bedîr ê ku ji Geliyê Zîlana Erdîşa Wanê ye, dibêje ku ez di helbest û romanên xwe de şêwaza “denbêjesk” bi kar tînim.Bedir niha jî bi şêwaza “dengbêjesk” pirtûkek bi navê “Warê Firaran” li ser komkujiya Geliyê Zîlan amede dike.
Eşa Geliyê Zîlan
“Warê Firaran” di heman demê de navê yek ji helbestên ku di pirtûka “Xemzêm” de ye. Bedir piştî ku helbesta “Warê Firaran” dinivîsîne vê carê jî dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Warê Firaran” a roman kir. Di vê pirtûkê de bi hemû awayî êş, keder û birîna ne kewandî ya Geliyê Zîlan tê bibîr xistin û nemaze jî di romanê de li ser koçberiya Geliyê Zîlan disekine. Dê ev pirtûk heta çend mehan bigîhîje ber destên xwîneran.
Peyva qedîm:Warê Firaran
Bedir destnîşan kir ku têgeha “Warê Firaran” peyvek qedîm ya Kurdî ku hatiye jibîrkirin e û got: “Warê Firaran” jî peyvek tê wateya koçberiyê.” Bedir da zanîn ku ew bi têgeha “Warê Firaran” dixwaze koçberiya welatiyên Geliyê Zîlan ku ji komkujiyê direvin bîne ziman. Bedir diyar kir ku komkujiya Geliyê Zîlan bandorek mezin li ser derûniya wî kiriye û wî demek dirêj komkujiya Geliyê Zîlan ji şahid an go pîrên ji komkujiyê rizgar bûne guhdar kirine.
Şêwazeke nû
Li gorî Bedir şêwaza wekî “dengbêjesk” bi nav dike, di wêjeya Kurdî de dê yekem car dê ji alî wî ve bê bikaranîn. Bedir destnîşan kir ku ew helbest û romanên xwe ne bi sitîla Ewropî çêdike û ew dixwaze bi şêwaza çanda denbêjiyê binivîsine.
Her xem heye
Nivîskar Bedir got ku mirov di wêjeya xwe de behsa çi jî bike bi bûyerên dîrokî re rû bi rû dibe ku ev dîrok jî mişt xem û êş e. Bedir diyar kir ku li Kurdistanê ji bilî xemê tu tiştek nîne û wiha peyivî: “Di hemû stran, kilam, çîrok û romanên Kurdan de her tim xemgînî hebûye û tu carî kêf tune bûye. Mirov nikare bi çand û wêjeya Kurdan şa bibe. Eger em şa bibin jî lê şabûnek derewker e. Ez di vê pirtûkê de bal dikişinim ser komkujî û bêkesiya Geliyê Zîlan. Li Geliyê Zîlan ji çiyayan bigire heta xalîçe û nebatên wê şîn girêdaye û di nav şînê de ye. Her tişt li wir birîndar maye.”
Aburrahman Bedîr kî ye?
Abdurrahman Bedir li Geliyê Zîlan a girêdayî Erdîşa Wanê di sala 1981’an de hatiye dine. Bedir di temenek ciwan de dest bi xebatan dike, tê girtin û li girtîgeha Mûşê dimîne. Li wir li ser ziman dixebite, dinivîse, piştî tê berdan diçe Zanîngeha Stenbolê û li wir beşa derûnînasî dixwîne. Di dema raperîna Kobanî de dîsa tê girtin. Niha ew li Amedê dijî û li ser wêjeya Kurdî xebatê xwe dide meşandin. Wî di sala 2014’an de pirtûkek bi Tirkî nivîsandiye û niha bi Kurdî li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka wî ya “Xemzêm” yekem pirtûka wî ya bi Kurdî ye. Bedir niha jî pirtûka bi navê “Warê Firaran” bi sitîla “dengbêjesk” ji xwendevanên xwere amade dike.
BÎLAL GULDEM / DÎHABER