Bi dehan sal in ku zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerehiyê û ligel gelek qedexe, zor û zehmetiyan heta roja îro hatiye û bi xwe re wêjeyek giranbûha afirandiye. Helbet di jiyîna zimanê Kurdî de mele û feqiyên medreseyan xwedî rol û ristek mezin in û dema mirov behsa wêjeya Kurdî dike wêjeya devkî zêdetir derdike pêş. Di van medreseyan de gelek wêjekarên navdar ên wekî Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Feqiyê Teyran derketine. Wêjeya Kurdî jî hem di warê dengbêjiyê de hem jî di warê çîrokbêjiyê de xwedî paşerojek dewlemend e. Destanên navdar ên wekî Memê Alan û Siyabend û Xecê jî bi vegotinê heta roja îroyîn hatiye. Ji ber vê jî mirov nikare behsa secereyek teqez a wêjeya Kurdî bike. Berhemên wê demê jî bi piranî bi destxetê tên belavkirin. Di şahî û derdorên medreseyan de tên belavkirin û bi vî awayî belav dibe.

Wêjeya Kurdî ya nivîskî bi rubaiyên Baba Tahirê Uryan dest pê dike û di sedsala 17'emîn de derdikeve lutkeyê. Heta Îro jî wêjekarên Kurd bi sedhezaran berhemên giranbuha ji nifşên nû re hatine hiştin. Di navbera sedsalan 15 û 17'emîn de wêjeya Kurdî dikeve merheleyek nû û berhemên ku di dîroka wêjeya Kurdan dê neyên jibîrkirin jî di van sedsalan de tên nivîsandin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî (1590-1660) ku di dîroka wêjeya Kurdan de berhemek giranbûha ye di van sedsalan de hat nivîsandin. Her wiha Elî Herîrî (1425-?), Feqiyê Teyran (1590-1660), Melayê Cizîrî nivîskarên van sedsalan ên herî navdar in.

Di sirguniyê de yekemîn rojname

Wêjeya Klasîk a Kurdî jî bi têkçûna Bedîrxaniyan dikeve nav bêdengiyek. Gelek rewşenbîrên Kurd jî tên sirgunkirin. Lê rewşenbîrên Kurd di sirguniyê de jî dev ji têkoşînê bernadin. Bi taybetî jî yekemîn rojnameya Kurdî 'Kurdistan' a ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve di 1898'an de tê derxistin careke din ruh dide wêjeya Kurdî. Lê qedexeyên li ser zimanê Kurdî jî qet naqedin. Di sala 1925'an de bi Qanûna Şerq Îslehetê ve Kurdî hat qedexekirin. Kesên ku Kurdî diaxivîn jî li rastî cezaya pereyan dihatin. Ji bo her peyvê Kurdî 5 kuruş pere ceza dihat birîn. Komara Tirkiyeyê, di 1'ê Mijdara 1928'an de derbasî tîpên latînî dibe. Di wan salan de berhemên Kurdî jî heta salên 1920'an bi tîpên Erebî tên nivîsandin. Lê ji ber pejirandina polîtîqayên rojavayî hin nivîskar bi tîpên latînî dest bi nivîsandinê dikin. Ji malbata Bedirxaniyan Celadet Elî Bedirxan jî kovara Hawarê di 15'ê Gelawêja 1932'an de derdixe. Kovara Hawarê jî yekemîn kovara Kurdî tê qebûlkirin û bi tîpên latînî tê derxistin. Dîroka derxistina vê kovarê jî îro wek Roja Zimanê Kurdî a Dayikê tê pîrozkirin.   

Têkoşînê sazîbûn anî
Helbet piştî berxwedana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) her çiqas qedexeyên li ser ziman berdewam dikir jî êdî Kurd zêdetir li xwedî ziman, nasname û wêjeya xwe derketin. Yekemîn rojnameya rojane a bi Kurdî 'Azadiya Welat' dest bi weşanê kir. Gelek kovarên mîna Zend, Nûbihar, W, Çirûsk, Vate, Rewşen û hwd. hatin weşandin û hê weşana xwe berdewa dikin. Ji bilî vê ji bîstan zêdetir weşanxaneyên ku bi Kurdî pirtûkan derdixin hatine avakirin. Li ser çand, dîrok û wêjeya Kurdî du Enstîtu û ji 30'î zêdetir Kurdî-Der niha xebat dimeşînin. Rojnamevan Ramazan Olçen û nivîskar Rênas Jiyan jî nêrînên xwe yên li ser wêjeya Kurdî parvekirin.

 Hawar, Gelawêj, Rewşen…

Rojnamevan Ramazan Olçen, li ser gavên girîng ku di wêjeya Kurdî de pêk hatine sekinî û got ku piştî şikestina serhildana Şêx Seîd, li Şamê kesên ku ji ber xezeba dewletê reviyan û ekoleke bi navê Hawarê damezirandin. Wê jî bi xwe re wêjekaran afirandiye. Olçen, da zanîn ku kesên wekî Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Kamiran û Celadet Bedirxan bi saya Hawarê derketine pêş û wiha got: "Çawa Dostyevskî ji bo wêjeya Rûsî dibêje em ji sakoya Gogol derketine, hin nîvîskarên navdar ên sala 1930'î jî ji ekola Hawarê deketine." Olçen, qala kovara Gelawêjê ku di salên 1940-1943'an de derket jî kir û got ku ev kovar jî di warê peresîna zaravaya soranî de xwedî ristek mezin e û wiha got: "Dema em tên salên 1990'î ekola Rewşen jî xwedî cihek girîng e, ji ber ku dema em niha pênûsên xurt dinêrin hinek ji wan nifşên Rewşenê ne."
Olçen da zanîn ku di dîroka wêjeyê de rexneyek li ser serdestan tê kirin û ji bo hişyarbûna civakê bingeh tê avakirin û wiha got: "Di demên berê de bi awayek vekirî nebe jî di wêjeyê de dihat gotin ku ev rêveberiya serdestan divê neyê qebûlkirin. Lê dema em li wêjeya Kurdî ya niha dinêrin ev tişt zêde tune ye. Civaka ku eleqeya xwe bi kaxiz û pênûsê hebe, wêjeya wê civakê jî di warê hişyarkirina wê civakê roleke sereke dilîze." Olçen, diyar kir ku di wêjeya Kurdî de ji bilî helbest û çîrokên hatine nivîsîn surrealîzm jî heye û wiha axivî: "Di wêjeya me de gelek hût hene û dibe ku ev hût dewlet be jî. Lê êdî ne hewceye ku em bi awayek veşarî rexneyên xwe li ser hûtan bikin. Wekî Apê Mûsa jî dibêje, xwediyê malê êdî bi diz hesiyaye. Êdî hewce nake xwe veşêre lê ev xwe veşartin hêj berdewam dike. Ji ber vê ji em nikarin rastiya civakê bi awayek vekirî bibînin."

Tevgerên li gorî bazarê  

Olçen, nivîskarên Kurd û weşanxaneyan jî rexne kir û got ku hinek ji wan êdî li gorî bazarê tevdigerin û heke nivîskar ketibe vê astê ji bo pêşketina wêjeya Kurdî dê xetereyên mezin derkevin û got: "Pirtûkên Kurdî 1000 heb tên çapkirin û ev di 5 salan de nayên firotin. Divê nivîskar jî li xwe vegere û bibêje ku çima ev pirtûkên min nayên firotin? Lazim e ku hinek li gorî kolanê tevbigerin, Ev di pênûsê de jî xwe nîşan dide. Piştî kovara Hawarê mirov dikare bibêjê heta sala 1990'î xebata fîzîbîlîteyê dihat meşandin û çîrok, helbest dihatin berhevkirin. Ji wan jî çîrok û helbestên nûjen dihatin afirandin. Karekterên niha jî heke ji wan rojan were nirxandin êdî pirsgirêkek heye. Êdî divê ji veguherîna civaka îroyîn sûd bê wergirtin." Olçen, diyar kir ku hin nivîskar jî xwe li ser civakê dibînin, berhemên xwe ji bo ku xwendevan hez bikin dinivîsin lê rastiya civakê jî venabêjin.

'Rastiya têkoşîna gel nayê vegotin'

Olçen, behsa têkoşîna Kurdan a 35 salan jî kir û got ku vê têkoşînê ji bo wêjeya Kurdî gelek tiştên xweş afirandine, lê ev têkoşîn piranî di warê siyasî de hatiye hîskirin. Olçen, anî ziman ku berhemek bi teşe, karekter, bûyer û cihê xwe dibe behrem lê dema ew lê dinêre ev têkoşîn wek karekterek sereke di nav berheman de cih negirtiye û wiha got: "Hinek ji berhemên ku ji girtîgehan tên tê de heye lê piranî ev jî li ser bîranînan e. Ew bîranîn jî helbet aliyek wêjeyî jî di nav xwe de dihewîne. Lê ev têkoşîn ji şanoyê heta roman, çîrok û helbestê ji xwe re zemîn bibîne û ew zemîn bi awayek xurt were destnîşankirin û her tim were bikaranîn. Her tim zindî bimîne." Olçen, nivîskarên ku di sempozyûman de dibêjin civak dejenere dibin, rexne kir û wiha got: "Lê ji bo ku civak dejenere nebe jî rastî û têkoşînê civakê nayê vegotin. Madem vê têkoşînê gotiye ku armanca min a nîhaî civakeke bi sinc û polîtîk biafirîni e, divê tu jî cih bide van karekteran."

'Zarokên serhildanê wê efû nekin'

Olçen, destnîşan kir ku heke şoreşa Kurdan bi ser nekeve şervanên vê têkoşînê ne sucdar in û got ku kesên ku vê pênûsê û çekê tûj dike û kor dike jî hinek wêjekar in û wiha berdewam kir: "Heke bi vî awayî nebe dê dîrok, cîvak, ew ciwanên ku ji wan re dibêjin dejenere dibin jî van wêjekaran efû nake. Ew zarokên ku heta niha nebûne mijara helbest û çîrokê û bi kevirên destê xwe têkoşînek mezin jî didin hesap ji van nivîskaran bipirsin." Olçen, li ser şoreşa Rojava ku ev sê sal in berdewam dike jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di sala 1846'an de li Parîsê komun hatin avakirin ku ev komun 72 roja berdewam kir û heta vê rojê mijara wêjeyê ye. Li Rojava jî ev nêzî 3 sal in ev komun tê jiyîn. Ka çima ev di wêjeyê de tune ye,"

'Êşa li Kurdistanê nayê vegotin'

Nivîskar Rênas Jiyan jî anî ziman ku civaka ku ji hêviya wê ji azadiyê heye divê aqilmendî û rasyonalîte jî di wêjeya wê de hebe. Jiyan, destnîşan kir wêjeya Kurdî divê ji her aliyê ve xwe bi pêş bixe ku tenê li ser wêjeya devkî nemîne û ji bo ku ew di têkoşîna azadiyê a mafdar de bi ser bikevin pêdiviya wan bi van alavan heye. Jiyan, da zanîn ku li herêmê êşek mezin tê jiyîn û heke nivîskar ji vê êşa ku tê kişandin xwe dûr bixe dê rastiya xwe dûr bikevin û wiha axivî: " Li Kurdistanê şerek heye. Hin kes jî wekî ku ji vê şerê ne haydar in tevdigerin û ji vê herbê ne haydar in. Ev ne tevgerek vijdanî ye. Çawa ku dewleta desthilatdar herba li Kurdistanê diqewime qebûl nake û hin nivîskar jî bi teqlîdkirina vê ramanê xwe xapandiye. Dema bi vî awayî be wêjeyek vê êş û herbê jî dernakeve holê. Ji ber ku ev herb nehatiye qebûlkirin."

'Berhem nayên afirandin'

Jiyan, anî ziman ku di navbera Şerê Cihanê yê 1'emîn û 2'emîn de berhemên giranbuha derketine holê û ev şerê li herêmê jî tê dayîn jî ji bo wêjeya Kurdî şensek mezin e û berdewam kir: "Ez ne bawer im ku me herba xwe ya 35 salan nirxandibe, ew êş vegotibin, lehengî, newêrektiyê û aqilmendiya vê herbê vegotibe." Jiyan, diyar kir ku ew gelek pirtûk dinivîsin lê berhem neafirînin, ji ber vê jî rihê demê nayê zeftkirin û wiha got: "Xwendevanên Kurd dema rastiya xwe di nav wêjeya Kurdî de nebîne dev ji xwendinê berdide. Di pirtûkên wêjeya Kurdî de behsa evîndarên kesên Swêdî tê kirin lê hemwelatiyên xwe nanivîsin. Dema tu ji heqîqeta xwe dûr bikevî ji rastiya gel dûr bikevî tu kor jî dibî. Xwendekar jî wê demê dizîvire ser zimanên serdestan. Ji ber ku xwe di wir de nabîne."
Jiyan, li ser nivîsandina bi zimanê serdestan jî ev tişt anîn ziman: "Sedemên nivîsandina bi zimanê serdestan çavkaniyên wê ji populîzmê diqewime, a din jî ji wijdanek zeyîf diqewimin. Ez Kurdî têra her tiştî dibînim. Têra huner, felsefe, antropolojiyê dibînim. Welev kî têra tiştek nekira jî, ligel qedexeya zimanê me divê em berhemên xwe Kurdî binivîsin."



GOKHAN ALTAY/DÎHA/AMED