Rewas Kader ê ku derdora 40 pirtûk ji bû fêrbûna Kurdî nivîsandiye, diyar kir ku pênaseyek diyar a wêjeya zarokan tune, lê belê beşek pir zor a wêjeyê ye û divê mirov li ser vê yekê profesyonel be.
Kader diyar kir ku ji ber vê yekê hejmara çîroknivîsê di vî warî de dinivîsin kêm in û wiha berdewam kir; “Zarok dema gehişt yek saliya xwe dest bi fêrbûnê dike. Nivîsên pirtûkên ji bo zarokên temenê wan di navbera 1-5 de kurt in û giranî didin ser wêneyan. Ev pirtûkên zarokan bandorek mezin li ser zarokan dihêlin, ji ber wê jî divê, kesên ku çîrokan ji bo zarokan dinivîsin, ji ziman û hestên zarokan baş tê bigihin. Her wiha, jiyana zarokek li Kurdistanê û yeke li Swêdê ji hev cûda ne. Zimanê wan cûda ne. Ji ber ku li ser erdnîgariyên cûda dijîn. Wêjeya zarokan bi çîrokên zarokan dest pê dike. Divê pirtûkên ji bo mezinan ji bo zarokan bêne hêsanîkirin û li gorî wan bêne amadekirin.”
Kader bandor û karîgeriya çîrokên zarokan ên li ser jiyan û pêşketina zarokan wiha rave kir; “Çîrok mîna pirekê di navbera zarok û têgihiştiyan de ye. Mejî û hizra zarokan pêş dixîne. Dihêle ku zarok fêrî peyvên nû bibe û pêş bikeve.”
Çîroknivîs Siyamend Shikhagave yê Mehabadî jî diyar kir ku çîrok tevlîheviya rastî û xelayan e. Shikhagave zêdetirê 10 pirtûkan nivîsandiye, diyar kir ku wî çîroka xwe pêşî ji bo dayîk û bavê xwe yên ji evîna xwe fêm nedikirin nivîsandiye. Shikhagave ê ku çîrokên mijarên civakî dinivîsîne, diyar kir ku ew ji dagikeriya DYA’yê ya li ser xaka Vîetnamê û tekoşîna Vîetnamiyan a li hemberî dagirkeriyê bandor bûye û dest bi nivîsandina çîrokan kiriye. Piştre tekoşîna li Kurdistanê nirxand û pirtûka bi navê “Xwîn û Agir” nivîsand.
Tevî nivîskarên Kurd B. Belatevin, Şoreş Reşi, Mistefa Ciziri, Hassan Hashemi, Behroz Kurdahmedi, Kawa Amin û gelek nivîskarên din, di gotûbêjan de bal kişandin ser girîngiya civîn û semînerên wiha yên ji bo wêjeya Kurdî.
ANF/STOCKHOM