ÎBRAHÎM BULAK/ BRAUNSCHWEIG
“Niha em li vira rewşenbîr top bûne, nivîskar, helbestvan, siyasetmedar in. Heta niha bêjin, ew nivîskarê Kurd çend heb roman der heqê komkujiyên Êzîdiya de nivîsîne, çend heb çîrok?”PEN a Kurd li bajarê Elmanya Braunschweigê çalakiya rojên wêjeya Kurdî ya sê rojan li dar xist. Di çalakiyê de qala rola îslama siyasî di wêjeya Kurdî de hat kirin. Nivîskar û şairên navdar Eskerê Boyik, Mueyed Teyîb, Fatma Savci, Yildiz Çakar jî di nav de zêdetirî 40 nivîskar, rojnamevan û muzîkjen beşdarî çalakiyê bûn.
Konferansa Pen a Kurd a bi navê “Nirxandina îslamê di neynika wêjeya Kurdî de” li bajarê Elmanyayê Braunschweigê roja salvegera komkujiya Şengalê ango 3´ê Tebaxê destpê kir û heta 5´ê Tebaxê dewam kir.
Banga rûbirûbûna normên civakî kirine
Roja ewil, piştî nîvrojê hevserokê Pen a Kurd Dr. Berîvan Dosky xêrhatina beşdaran kir. Li gel moderatoriya Berîvan Dosky roja ewil şairên Kurd Mueyyed Teyîb, Eskerê Boyik û lêkolîner û nivîskarê Êzîdî Pîr Xidir Silêman peyivîn. Destpêkê Berîvan Dosky axivî û qala rola rewşenbiriya Kurd di pêşîgirtina li bandora neerênî li ser civaka Kurd de kir û got, “Heta demekê zilamên dînî û xwedan eşîr ji siyaseta Kurdan re pêşengtî kiriye û di warê rewşenbiriyê de nebûne hezeke guhertinê di nav civaka Kurd de. Lê nivîskarên wekî Ehmedê Xanî, Cegerxwîn. Melayê Cizîrî jî banga rûbirûbûna normên civakî kirine.”
Werin em rastiyê bibêjin
Paşê Eskere Boyik behsa komkujiya Şengalê û halê civaka Kurd kir. Boyik gava peyivî kelogirî bû û got, “Werin em rastî xeber din, olperestî ye, olperestî ya li Şengalê bû. Nava wan de hesabê çiqas Kurd hebû. Niha em nikarin nebêjin, wextê em nebêjin, divê ez qet tiştekî nebêjiim. Hebûn wekî tine bûna min nedigot. Wekî Kurdên me, yên mezin ên Misilman rabûna, biçûna pişta Êzidaya de. Min ew gilî li vira nedigot. Niha jî Kurdistanê de, em giş Kurdistanê ra şad bûn, ji Kurdistana Başûr ra me emrê xwe dida, me digo, tiştek bibe. Niha jî em her tiştî dikin, dibêjin bila tiştek çêbe. Lê Kurd rabûne, diçin parlamentê dibên cîhkî bidine me. Eva şerm nîne? Parlamentê de cîhkî bidine me! Ne ku cîhkek, seba wan birînên wan gereka gelek tişt bidana wan. Heta niha jî Şengal wêran e, heta niha jî şêxê Şengalê nikare biçe Şengalê. Heta niha jî pirsgirêkeke Êzîdiya safî nebiye. Kê gerek e bike? Gerek e birê me bike. Netewa me gerek e rabe pişta me. Netewa me gerek e birînê me derman ke. Heke nebe, ez bawer nakim Şengalê de Êzîdiyek bimîne. Wê çawa be? Kî gerek e bi vî tiştî ra mijûl be. Ne Kurd in ma? Bi rastî evê komkujiyê ez zehf dame giriyanê. Ez niha naxwazim dîsa bigirîm. Gerek e birîna me qenc be. Gerek e neteweya me rabe pişta me û wê birînê qenc ke. Heke ew nebe, nabe.”
Çend heb roman çend heb çîrok
Her wiha Boyik di axaftina xwe de ji wêjekarên Kurdan jî gazinc kir û wiha axivî: “Niha em li vira rewşenbîr top bûne, nivîskar, helbestvan, siyasetmedar in. Heta niha bêjin, ew nivîskarê Kurd çend heb roman der heqê komkujiyên Êzîdiya de nivîsîne, çend heb çîrok?”
Edîbên Kurdan mutesawif bûn
Paşê Mueyed Teyîb qala edebiyata klasîk a Kurdî kir û got, wan çaxan nivîskarên Misllman bi şêwaza mutasawwif û muteyedîn ji hev cuda dibû. Teyîb got, meyla nivîskarên muteyedîn bêtir li ser bawerî û siyasetê bû, lê bileksê vê, nivîskarên mutasawwif bi mijarên fikrî û hizrî daketine. Teyîb li ser vê babetê mînaka Melayê Cizîrî da û got: “Melayê Cizîrî di helbesta xwe de dibêje; Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş/ Mehbûbê wek sitêra govend û işqbazî. Ango qedrê Laleşê digire heçku bêje heçî here Lalişê, hema bêje çûye Hecê. Dîsa 40 hîkayetên Mela Mehmûdê Bazîdî hene di wan de behsa melayê derewîn, şêxan dike. Edebiyata me ya folklorîk jî behsa wan tiştan dike. Yanî edebiyata me berê xwe dide edebiyateke pirr vekirî. Kurd gelek azad bûne wexta di stranan de axivîne. Qet fikra dînî nekirine ku ev e dînî ye yan dînî heram dike. Laşê jinê jî wasif kiriye. Ev yek dikare bibe mijara tezeke pirr mezin.”
Kurd bê şer Misilman bûne!
Her wiha Teyîb got, carinan hin siyasetvanên Kurd dibêjin, “Miletê Kurd yekemîn milet bûye ku bê şer misilmanî pejirandiye” û rexne li vê fikrê girt û derheqa vê de wiha qise kir: “Hema wexta eskerên Misilman hatine, kêliya Quran dîtîne, bawerî pê anîne. Yanî ev e tiştke wisa ye ku aqil qebûl nake. Ewî pêxemberê ku ji Mekkeyê derketî, di nav gelê xwe de bûye, bi zimanê wan axiviye lê ew beşer Misilman nebûne. Lê Kurd çawa bê şer Misilman bûne. Ewî çaxî kîjan Kurdî xwendina bi Erebî zaniye? Ew li aliyekî wî çaxî çapxane nebûye. Û quran li ser kevlê bizinan hatiye nivîsîn. Ji ber ku Quran hemû bê kêmasî bê nivîsandin diviya bû giraniya wan kevlan bibûya 450 kîlo. Îcar kengî ew Ereb hat û ew quran anî û Kurd çi zû têgihiştin? Kurdan 300 salan şer kiriye, paşê Misilman bûne.”
´Piste pistek´ ya Şêrko Bêkes û fetwa kuştinê
Roja diduyan ji mînaqeşeyê beşdaran gotarên xwe yên li ser Îslama siyasî û di romanên kurdî de xuyabûna Îslamê pêşkeş kir. Dr. Ahmad Ablakhy got, digel ku ´Îslama siyasî´ wekî peyv hebe jî Îslam bi xwe siyasî ye û her car siyasîbûna xwe deklere kiriye. Dr. Ahmad Ablakhy rola edîbên Kurdî di mijara Îslamiyetê de nirxand û got, niha jî halî hazir ji ber atmosfera neerênî wêjekarên Kurd nikarin serbest û bi dilekî rehet binivisîn. Ablakhy li ser vê yekê mînaka helbesta “Piste pistek” ya Şêrko Bêkes da û got, “Ji bo vê helbestê Îslamîstan fetwa mirinê ji bo Şêrko Bêkes derxist.”
Îslam temsiliyeta îqtidarê ye
Piştre nivîskar û serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê, Abdulkadîr Ulumaskan peyivî û îşaret bi karîgeriya negatîf a terîqetan li ser civaka Kurd kir. Lêkolîner û edîtorê kovara Wêje û Rexne Dawid Yeşîlmen jî di qisedana xwe de derbirî ku Îslama siyasî di romanên Kurdî de temsiliyeta îqtîdarê dike. Her wiha Yeşîlmen got, ji ber Îslama siyasî û îqtidarê trawmayên ku di nav Kurdan de romanên Kurdî kariye heta radeyeke wan derman bike. Piştî gotaran, nivîskar û helbestvanan ji berhemên xwe hin beş xwendin. Roja dawî, berîya nîvrojê, geşta ber bi bajarê Goslar ve dest pê kir. Vegotera agahiyên li ser qesra Goslar ji bo beşdaran dîroka hezar salî ya qesrê vegot. Piştî gerê, beşdar vegeriyan cihê konferansê û cara dawî civat girêdan. Di civata dawî de beşdaran daxwaz û pêşniyazên xwe li komiyeta amadekar kirin.