Li ser malpera Open Democracy ku weşana gotarên li ser demokrasiyeke yekser û radîkal diweşîne cih daye gotareke Bahzad Hammo. Hammo li vir bi muzîka di nav refên PKK´ê de hatî hilberîn dadikeve û hîna di destpêkê de jî tesbîta “Muzîkê muhendisiyeke civakî ya tevahiya civaka Kurd bi gewde kiriye, çi li Tirkiyeyê û çi jî li Sûriyê” dike.

Hammo di gotara xwe de vê mînakê dide; 19´ê Çileyê 2013´an YPG´ê mirina Lewend Qamişlo da zanîn, yek ji fermandarên xwe yên di şerê li Serê Kaniyê de li dijî hêzên OSO´yê û komên tundrawên Îslamî. Kêmî hefteyekê kete navê û Koma Botan ku yek ji bi dehan komên muzîkê ye ku ser bi PKK´ê ve ye, stranek weşand bi navê Şehîd Lewend. Ev ne ecêb e ku komê bi evqasî lezê bersiv da vê bûyerê. Lewma endamên wê ‘şervanên’ bi renegkî din in di nava refên wê de. Ew ji raya giştî re stranan dibêjin li ser gotarên PKK´ê, pesnê berxwedana li girtîgehan û şerê wê didin.” 


Bikaranîna muzîkê 

Bahzad Hammo dibêje, PKK´ê ji destpêka xwe ve hay ji dewra muzîkê wekî amûreke şoreşger hebû ku gotara wê ya îdeolojîk xurt dike. Hammo gelek şehîdên di nava gerîlayên PKK´ê de yên mîna Şehîd Sefkan û Delîl Dogan bi bîr dixe û dibêje, gelekan jî karên xwe yên çandî di nava komîteyên çandî de xebatên xwe dewam kir. 

Di gotarê de îşaret bi dewra stranan di belavkirina fikra îdeolojîk a partiyê de û her weha zêdekirina bîreweriya di nava civakê de tê kirin û tê gotin, “Stran di demeke kurt de veguherîn medyaya herî berbelav ên partiyê, ji ber ku di nava civaka kêmxwende û dildarê muzîkê de pirr zû belav dibûn. 

Hammo îşaret bi damezrandina Koma Berxwedan û dewra wê dike û dibêje, “Destpêka sala 1982´yan Koma Berxwedan ji Libnanê dest bi karê xwe kir, bi xêra 

hewldanên endamên PKK´ê yên ji Tirkiyeyê ku dawiya salên 1970´yî hatibûn vî welatî, tevî serokê wê Abdullah Ocalan. Stranên xwe weşandin hestên neteweyî li Sûrî, Tirkiye, Iraq û Îranê xurt û geş kirin. Encam jî ew bû ku bi sedan jin û mêrên ciwan ên tevlî nav refên berxwedana çekdarî bûn li çiyayan li dijî Tirkiyeyê”

Ji vê û şûn ve, nivîskar berê xwe deide weşangeriya televizyonê ya Kurd, a bi rêya Med TV´yê a ku sala 1995´an dest pê kir, û dibêje, „Tevî kanalên berê xwe didan girseyan, radyoyên şervanên li çiyê hebûn, ên wekî Cûdî-Qendîl.” 


Dev ji heval, sîleh û stranên xwe bernedin!

Bahzad Hammo dibêje, li çiya weke rîtueleke amadekariya şer e ku li stranên şoreşgerî bêt hisiyan û û li ber wan goven bê gerandin. Li ser vê mijarê ew wiha cih dide gotinên şervanekî berê yê PKK´ê Ramanî “Bi heman morala kêfê û kelecanê ya govendê me berê xwe dide meydana şer.” Ji bo dewra çiya di hunerê Kurdî de jî nivîskar wiha dinivîse: “Çiya navenda şerekî dijwar di navbera gerîla û artşêa Tirk de bû, ku di encamê de bi dehhezaran mirov mirin, lê belê wan di heman demê de behremendiyê harîqulade li bîr û kewara muzîka Kurdan zêde kir, nexasim jî di warê stranên şoreşgerî de.”

Rêûresma hunermendên şoreşger ên ku hem gerîla, hem fermandar û hem hunermend bûn, nivîskar mînaka Şehîd Mizgîn dide ku fermandara gerîla bû, li ser hevalê xwe yê Şehîd strana Şehîd Sefkan çêkiribû û piştî ku ew şehîd bû jî, Şehîd Hozan Serhad li ser wê stranek bi navê Mizgîna Leheng çêkir.


Kurdên Rojava li ber stranên PKK´ê govendê digerînin

Nivîskar îşaret bi girîngiya pîrozbahiyên Newrozê yên beriya Şoreşa Rojava ji bo pêşandana hunerê şoreşger û dibêje, “Hema hema li tevahiya taxan du pîrozbahiyên cihê hebûn, yek ji bo alîgirên tevgera adetî ya PDK´ê bû, ya din jî a alîgirêîn PKK´ê bû. Yên pêşî, pîrozbahiya wan monoton û yekreng bû. Herçî yên PKK´ê bûn, ew tijî bûn ji stranên şoreşgerî ku ehm zarokan û hem jî kalûpîran, jin û mêran li ber wan stran digot. PKK´ê li her taxê komên cihê yên muzîkê pêk anîbûn li Bakurê Sûriyê, û hin ji wan veguherîn malên hilberînê. Weke mînak Koma Agirî, ku warekî hilberînê yê li ser navê partityê bû li Amûdê.”

Nivîskar ber bi dawiyê de îşaret pê dike ku hilberînba çandî ya heyî niha ne bi tenê ji bo Kurdan e, û nexasim dema mirov qederê 15 hezar şervanên Ereb jî li ber çavan bigire ên di nava QSD´ê de armanc, Ereb û gel û nasnameyên din jî.

Ji Naveneda Çandê ya Mihemed Şêxo, Cemîl ji nivîskar re dibêje, ku carinan ji wan tê ku li ser hevrêyekî xw eyê şehîd bûyî di nava 24 saetan de stranekê amade bikin da ku di dema merasîma cenaze de karibe bête gotin. Di gotarê de bi îhtîmam îşaret bi girîngiya xîtaba dil û mejiyên guhdaran tê kirin û ne bêqisûriyeke hunerî.


 NAVENDA NÛÇEYAN