Li seranserî welêt çeperên berxwedanê berfereh kirin. Tevî êriş û topbaranên artêşa dagirker, bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrik, Hesekê, Minbic, Dêrazor û Reqayê berê xwe dan bajarê Girê Spî da ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînor bibin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û topbaranên dewleta Tirk a dagirker xelkên Bakûr û Rojhilata Sûrî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe zend û bend badan. Li dijî êrişan li serenserî welêt çeperên berxwedanê fereh kirin. Tevî êriş û topbaranên artêşa dagirker, bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrik, Hesekê, Minbic, Dêrazor û Reqayê berê xwe dan bajarê Girê Spî da ku beşdarî çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînor bibin. Herwiha bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê jî bi erebe û motorsîkletan çalakiyek li dar xistin. Navendeke din a berxwedanê jî ji bajarê Serêkaniyê ango Waşokaniyê bû. Serêkaniyê ew bajar e, di destpêka şoreşê de li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad bi ser ket. Çeteyên navborî çeteyên dewleta Tirk in. Piştî zarok, Jin û temen mezin ji bajêr hatin weguhestin keç, xort û mêr dîsa vegeriyan bajêr û rahiştin çekan da ku parastina xaka xwe li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê bikin. Şêniyên bajêr li gel Meclisa Leşkerî ya bajarê Serêkaniyê barê parastina kolan, tax û sînor hilda ser xwe. Li dijî êriş û balafirên artêşa Tirk şêniyên bajarê Serêkaniyê û şervanên wê di eniyên şer de ne û bajarê xwe ji dagirkeran diparêzin.

Gel banga seferberiyê pêk tîne

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya herêmê Cizîrê jî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Beşdarên meşê bi dirûşman silav dan berxwedana YPJ/YPG`ê û QSD`ê, her wiha silav dan berxwdana xuşk û biratiya gelan û dewleta Tirk hat şermezar kirin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tev li meşê bûn. Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê. Di mitîngê de berxwedana lehengî ya hêzên leşkerî di eniyên şer de û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat silavkirin. Her wiha çalakgeran diyar kir ku ew ji bo parastina herêmê di hemû aliyan de amade ne û ew ê banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Heta dawî berxwedan

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî  çalakiyek bi erebe û motorsîkletan li dar xist. Çalakî ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeyê ber bi kolanên serekê yên navçeyê ve meşiya, xwepêşandêran alên YPG, YPJ û QSD`ê hilgirtin û sloganên “Bijî QSD, YPG û YPJ” û “Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re” berz kirin. Paşê çalakî ber bi gundên Qermanê, Til Eylûl û Kerbetilî ve çû. Çalakî li ber navenda navçeyê bi dawî bû.

Em ê bi rihê berxwedana Kobanê têbikoşin

Li keleha berxwedanê Kobanê jî çalakî hebû. Şêniyên kantona Kobanê jî berê xwe dan bajarê Girê Spî ku du roje ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbaran û bombebarankirin. Xelkê Kobanê li çalakiya konê mertalên zindî ya li gundê Silûk ê kantona Girê Spî hatiye vedan bûn. Xelkê Kobanê li vir peyama berxwedanê dan û gotin em ê bi rihê berxwedana Kobanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin û axa xwe biparêzin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN