Têkiliya Kurdan bi dewleta Tirk re dikeve qonaxeke nû. Êdî pir aşkere ye ku ne dewlet, Kurdan bi rewşa wan a îroyîn qebûl dike, ne jî Kurd, dewletê qebûl dikin. Yanî nezarîbûneke bi dûalî li pêş çavan e...
Bi hewldana ‘sultan’ê rejîmê Erdogan û pêkanînên hikûmet û hemû saziyên dewletê ve Kurd û îradeya wan li derveyî sînorên rejîmê têne hiştin...
Di dengdana di Parlamentoya Tirkiyê, ya ji bo rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê de pêşniyarên qanûnî yên AKP’ê wekî nîvçe hat qebûlkirin. Dema ev nivîs bo weşanê ji rojnameyê hatibû şandin, hê dengdana dawî nehatibû kirin û rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’î diyar nebibû. Lê wek pêşbînî; pêşniyara AKP’ê yan wê ji bo ji nû ve niqaşê ji Parlamentoyê re bê şandin, an jî Serokkomar Erdogan wê biryara referandûmê bide...
Li Tirkiyê ji bo kesayetiya Erdogan avakirina rejîmeke sultantiyê hemû saziyên dewletê hatine pûç û bêwatekirin. Ne parlamento, ne daraz, ne arteş û asayîş, ne saziyên sivîl ên civakî gorî erka xwe karekî dikin. Her sazî bûna xizmetkarê kesayetiya Erdogan û gotinên ji zimanê wî dirêjin, tavilê dibin wek qanûn û herkes gorî wê dikeve nava liv û tevgerê...
Feraset, polîtîka û pratîka Erdogan a dijkurd li holê ye û hewceyî nirxandinê nîne. Ji ber ku li Tirkiyê xeynî Tevgera Azadiyê ya Kurdî ti tevgereke opozîsyonî nemaye û Erdogan li ber sultantiya xwe tenê vîna Kurdan û Kurdên rêxistinî wek asteng dibîne, dixwaze vî astengî ji holê rake û bi hemû hêz û saziyên dewletê ve êrîşî Kurdan dike. Li hundir û li dereveyî Tirkiyê, rejîma Erdogan şerekî bi giştî li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Niha jî dor hatiye dervehiştina Kurdan li derveyê Parlamentoya Tirkiyê...
Wekî tê zanîn; parlamento şûna temsîla îradeya xelkê ye. Kurd bi têkoşîneke bedelgiran ji 26 salan vir de di Parlamentoya Tirkiyê de şûna xwe digirin. Herwiha ji bo temsîliyeta di Parlamentoyê de pir bedel dan. Lê niha bi êrîşeke bi giştî, tê xwestin ku dîsa li derve bêne hiştin, da ku îradeya wan bandorê li rêveberiya Tirkiyê neke.
Beriya 20-30 salan dervemayîna Kurdan ji Parlamentoyê Tirkiyê ji bo rejîmê belkî wek siyaseteke bêbandorhiştina vîna Kurdî xwedî wateyekê bû. Wan çaxan Kurd zêde xwedî alternatîfan nebûn. Lê ji wan çaxan heta îro di bin pireyê re pir av derbas bû. Kurd îro bi polîtîkayên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê, bi dîplomasî û têkoşîna xwe, wek hêza herî mezin û dînamîk a demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn xwedî rolekî bibandor in. Yanî êdî bêalternatîf nîn in. Mîna ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş anî zimên, “Parlamentoyan xelk ava dike û eger xelk pêwîst bibîne, dikane çend parlamentoyên din jî ava bike.”
Belkî rêveberên rejîma Tirk a dijkurd vê rastiyê zêde hesab nakin, lê dervehiştina HDP’ê ji parlamentoyê wê bandor û bertekên mayînde bi xwe re bîne. Mîna ku parlamenterê Kurd Osman Baydemîr anîbû zimên; “Eger biratiyê qebûl nakin, wê çaxê emê bibin wek cîran!..”
Ne ku Parlamentoya Tirkiyê bi vî rengî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên din ên civakî xwedî rolekî mezin e, lê dîsa jî qadekî têkoşînê ye..
Îro Kurd li Başûr bahsa ’îlankirina serxwebûnê’ dikin. Li Rojava jî pergala xweseriyê wek federasyonekê pêş dikeve. Hêzên parastinê yên Kurdî li ser pê ne, dîplomasiya Kurdî pêş dikeve û Kurd ji her demê zêdetir bi rêxistinî ne…
Erê pir aşkereye; ku ne Kurd ji ev rejîma Tirk razî ne, ne jî ew ji Kurdan. Kurd dixwazin di rejîmeke demokratîk de, bi xelkên din re wekhev, serbixwe û azad bijîn û ji bo wê jî di têkoşîna xwe de bi israr in. Lê êdî bila xwediyê rejîma Tirk biryara xwe bidin; gelo dixwazin bi Kurdan re bijîn, an cîrantiyê bikin?!.