Xaliyên ku berê li Wanê li her malê dihatin çêkirin, niha ji ber cihên ku lê bên firotin kêm bûne, çêkirina wan jî kêm bûye. Li bajêr ji dêvla xaliyên Wanê êdî piranî xaliyên Îranê hene û ji ber eleqeya ji bo wan kêm dibe hema bêje çêkirina wan jî pir kêm bûye. Esnafên xaliyan çêdikin, dibêjin, devereke ku xaliyên xwe lê bifiroşin jî nemaye û ji ber vê rewşa karê wan qet nebaş e. Her diçe karê me kêm dibe Mûrat Demîr ê ku 20 sal in vî karî dike, dibêje, ‘’Ez xaliyan û amûrên ji bo xaliyan difiroşim. Her diçe karê me kêm dibe. Bi vîrûsa coronayê re karê me ji sedî 90 kêm bû. Bi taybetî jî ji ber ku turîstên biyanî nayên bajêr û ji ber ku deriyên sînor girtîne û ji ber ku per bi mirovan re nemaye, karê me jî nabe. Serê sibehê dikanê vedikim, lê ji ber kar tuneye heya êvarî rûdinêm. Berê min rojê 10 xalî difirotin. Lê niha kes nakire. Hêviya me, bi vekirina deriyan û hatina turîstan maye." MA/WAN