Rewşa siyasî gelekî aloz û tevlihev e. Min bi xwe jî gelek caran di nivîsên xwe de gotiye, “Kêşeya Kurdî ketiye qonaxa çareseriyê, bivê nevê dê ew mesele li ser maseyê biqede.”  Îro ev rewş ji binî ve guheriye, êdî AKP û hevalbendên wê dixwazin kêşeya Kurdî ji binî çareser bikin ango xwediyê dozê ji holê rakin û bi vî awayî meseleyê hel bikin.
Heke Kurd dest bi raperînekê bikin, dibe ku qirkirineke mezin jî pêk bînin. Îro ew xwe bi qirkirina siyasî bisînor dikin. Lê heke li hemberî van qirkirina Kurd serî hildin, ew ê bi dilreqî dest bi kuştinan jî bikin. Ev yek ji çi diyar e? Ji helwesta wan a li  dijî çalakiyên demokratîk diyar e.
Hikûmeta  AKP’ê û aqilmendên wê  dixwazin Kurdan tepeser bikin û nehêlin ku Kurd bibin xwedan statû, Kurd bi tenê qîma xwe bi hinek mafên takekesî bînin. Hinek Kurdan ji mêj ve ev yek pejirandiye, ji bo vê yekê çi ji destên wan tê dikin.  Bo nimûne,  hunermend Fatê di TRT 6’ê de dest bi bernameyekê kiriye.  Ev tişt bi xwe zêde ne girîng e, lê li gorî gotinan, wê li ser daxwaza Kemal Burkay dev ji Kurd 1’ê berdaye û derbasî  TRT 6’ê bûye.  Her wiha  giregirên AKP’ê li ser navê Kurdan bi hin kesên mîna Umît Firat re hevdîtinan dikin û ji wan aqil digirin.
Diyar e ku desthilatdarên nûhatî ji bo parastina desthilatiya xwe çi pêwîst be dê bikin. Îro li Tirkiyeyê AKP’ê ne tenê dewlet, bi alîkariya cemeatan civak jî heta radeyekê bi dest xistiye. Ji bo desthilatiya ji sedî sed jî bi awayekî tund û tûj bi ser hemû aliyên dijber de diçin. Di şerê xwe yê desthilatiyê de artêş û tirkên statûkoparêz têk birin. Niha bi tenê tevgera gelê Kurd wekî hêzeke dijber li holê maye.  AKP dixwaze wê jî bi vî rengî têk bibe. Îcar ev yek têkoşînê gelekî dijwar dike,  heke Kurd bi hişyarî tevnegerin û bergeha xwe fireh nekin dibe ku destkeftinên xwe yên heyî jî heta demekê ji dest bidin.
Bala xwe bidinê şaredarî ji ber van girtinan vala bûn, bi dehan şaredar û endamên meclisan hatine girtin.  Ji ber van êrîşan şaredarî nikarin karê xwe bikin.  AKP dizane ku pergala demokratîk a gelê Kurd dê li ser rêveberiyên herêmî ava bibe, ji ber vê yekê jî dixwaze şaredariyan ji destê Kurdan derxe. Em ji bîr nekin ku piştî çend salan hilbijartinên herêmî hene. Her wiha heke bertekeke xurt dernekeve holê dibe ku hinek parlamenterên Kurd jî bêne girtin.
Ev aliyekî mijarê ye, lê aliyekî din jî heye;  di nava civakê de ji her beşa civakê pêla dijberiyeke xurt li hemberî AKP’ê pêk tê.  AKP’ê jixwe hêviya xwe ji Kurdan qut kiriye, naxwaze Kurdan qezenc bike, dizane ku nikare vê yekê bike, lewma jî dixwaze Kurdan tepeser bike.  Lê di nav civaka tirk de jî gelek kes ji kirinên AKP’ê zivêr bûne.  Heke Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) karibe serkêşiyeke xurt bike, dê bibe hêza herî xurt a dijber, bi milyonan mirovên ku bi kirinên AKP’ê zivêr bûne û hatine êşandin dê ber bi aliyê HDK’ê ve biherikin.
Ji bo vê yekê pêdivî bi xebateke xurt a demokratîk a li seranserî Tirkiyeyê heye. Her wiha pêwîst e rê û rêbazên têkoşînê rengîntir û dewlemendtir bibin. Kurd divê ji her demê zêdetir giraniyê bidin xebatên geşkirina nasnameya xwe ya çandî û bicihkirina hişmendiya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî. Li Tirkiyeyê jî divê em zêdetir giraniyê bidin têkoşîna kedê, azadiya jinê û parastina xwezayê. AKP dixwaze Kurdên paşverû û kole biafirîne.  Li taxan kes û komên cemeatan ji bo vê yekê xebateke bê westan û rawestan dikin. Her wiha televizyonên mîna Dunya Tv û TRT 6 ji bo vê yekê dixebitin. Li hemberî vê yekê divê em jî bergeha têkoşîna xwe berfireh bikin, xwe ji nexweşiyên desthilatiyê û dogmatîzmê rizgar bikin, ji bo Tirkiyeke azad û demokratîk têkoşînê geş û gur bikin. Wekî din çare nîn e.