
Xwezaya Colemêrgê bi teht û latên xwe yên asê bi nav û deng e. Jiyan li ser wê xwezaya bedew e, wekî ku ji nû ve di malzaroka axê de bizê, her tim bûye cih û hêlîna tevahî zindiyên ku di cîhanê de dijîn. Têra xwe bi fêkî ye û cihê çêrê ye. Ji lewre gelek quling û qaqlîbaz, baz û kovî, gelek gernasên ku ji bo doza gelê xwe canê xwe feda kirine, hêlîna xwe li wir çêkirin û destanên vejînê dane afirandin. Vaye li meydanê xweşikbûna wê xwezayê, şînkahî û kulîlkên Feraşînê, latên asê yên Katoyan, bereketa 24 kaniyên Feraşînê, tehtên wê yên bedew…. Gernasên di vê xakê de ji dayik dibin û mezin dibin, her timî wekî xwezayê ne ku rûyê xwe ji berfa seqemî şûştiye û ji nû de dibişkive. Ji ber ku her tişt li ber dilê wê xweş û bi wate ye.
Wekî zayîna wê bi xwe be, xweza kefenê spî diçirîne û kirasê kesk li xwe dike. Gul û kulîlk li ser wan deşt û çiyayan dixemilin, Nêrgiz, Sosin û Beybûn tê de bêhn didin. Ger ku tu zarokê/a xakeke bi vî rengî bî, bi mîsogerî ew ê ji bêhn û bedewiya vê xwezayê sermest bibî û bikevî lêgerîna jiyana bi wate. Mixabin, li aliyekê ku ev xweza xwedî bedewiyeke bi vî rengî ye, şeytanên hemdem jî her timî çav berdane vê bihuştê. Ji bo ku vê xweşikbûnê têxin bin venêrîna xwe û dagir bikin, roj bi roj bêyî rawestîn polîtîkayên xwe yên gemar bi rê û rêbazên cuda li ser vê xakê dane meşandin. Lê ev jî heye, li cihê ku herî pir pevçûn û zehmetî hebe, li wê derê berxwedaneke bêhempa heye. Her çiqasî şeytanên hemdem (dijmin) xwestin ku vê xakê dagir bikin jî li rastî berxwedana gel hatine û destûr ji wan re nehatiye dayîn ku bi yek gavê jî pê li vê xakê bikin. Bi tu awayî dewsên lingên botreşan li ser van xakan nehatiye dîtin. Ji lewre ji xakên bi vî rengî kesayetên mezin, kesayetên gernas derdikevin.
Kevirê destê xwe hişt berê xwe da çiyê
Ji bo ku hemû hêviyên dijmin bişkînin û hemû plansaziyên wan pûç bikin, gelek keç û xort ji wê xakê berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Yek ji wan gernasan jî rêheval Zîlan Çelê bû. Hevala Zîlan di sala 1981’an de li Çelêya Colemêrgê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Ew jî wekî hemû keçên colemêrgî li hemberî êrîşên ku li ser wê xwezayê hatine meşandin, ketiye nava berxwedanê û li gorî hêza xwe kevirê xwe avêtiye panzêrên botreşan. Her çiqasî di temenekî biçûk de be jî di wê bawerî û zanabûnê de bûye ku kevirên ji destên wan dihilpekin panzêran, ne bûyereke ji ber xwe ve ye. Ew dikeve wê lêgerînê ka çima kevir diavêje panzêran? Yan jî kevirgirtina destên xwe wateyeke xwe ya bi çi rengî heye? Zîlan bi van hestan mezin dibe. Bi van lêgerînên xwe roj bi roj dikeve wê zanebûnê ku kevirên ji destên wê derdiketî, diavêt stûyê serdestiya ku tu hestên xwe ji mirovatiyê negirtiye. Ji lewre ji bo ku gelê xwe ji vê zilmê rizgar bike, êdî gavên lêgerînên nû dest pê dike. Keviravêtinê ji xwe re hindik dibîne û lê digere ka rêyên rizgarbûnê, di kîjan rêbazên têkoşînê re derbas dibin. Lê ji ber sedema ku pergalê tu şertên jiyanê jê re nehiştiye berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Zîlan digihîje wê biryarê û di sala 2006’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên YJA Starê dibe. Dewreya perwerdeya xwe ya bingehîn li qadan diqedîne.
Her dixwest biçe Zagrosan
Piştî qedandina perwerdeya xwe ya bingehîn berê xwe dide qada Metînayê. Ji dewreya yekemîn a perwerdeya xwe tiştên ku fêr bûye, bi awayekî bi lez dixwaze têxe pratîkê. Ji lewre bi kelecan û şanaziyeke mezin berê xwe dide qada Metînayê. Hemû ezmûnên wê yên jiyana gerîlatî û rêxistiniyê li qada Metînayê ne. Ji ber ku wê, di nava berxwedanê de çavên xwe li cîhanê vekiriye, zû bi jiyana gerîla re dibe yek û zehmetiyan nakişîne. Bi vê sekn û helwesta xwe ya rêxistinî di demeke kin de, di dilê hemû rêhevalan de cihê xwe digire. Hemû rêhevalên wê jê pir hez dikin. Her çiqasî di qadeke bi wî rengî de bi awayekê herî rast jî bi ser wezîfeyên xwe ve diçe, jî dilê wê ji bo xaka Colemêrgê lêdide û dixwaze tola xwe ya salan li ser xakeke bi wî rengî ji dijmin hilîne. Piştî ku çend salên xwe li qada Metînayê derbas dike, di dewreyeke Akademiya Hakî Karer re derbas dibe. Di perwerdeyê de jî heman sekna xwe dide raberkirin û ji bo ku derbasî qada Zagrosê bibe, gelek hewl dide. Gelek pêşniyarên wê çêdibin. Piştî ku dewreya perwerdeya wan bi dawî dibe, pêşniyara wê tê pejirandin û berê xwe dide qadên Zagrosê. Dema ku hevalan jê re got, tu yê biçî qada Zagrosê, vê biryarê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dike. Ji ber ku gelekî dixwest bi gelê wir ê welatparêz re bixebite. Ev xebat jî ji bo wê serbilindî bû. Zagros, wê di nava asîbûna xwezaya xwe de dipijîne.
Xwedî înîsiyatîf û bêdeng
Bi vê asîbûnê bêyî ku bizane westandin çi ye, hevala Zîlan li ser hemû teht û latên asê yên Zagrosê digere. Ji gelek av û çeman derbas dibe, westandina gelek şev û rojan derbas dike. Heta ku xwe digihîne lûtkeyên herî bilind, warê baz û qulingên Cîloyê. Wekî Zagrosê asî dibe, wekî ku baskên wê çêbûbin, di wan şiverêyan de bêyî bi westan dimeşe. Di nava rêhevalan de bi gelek taybetmendiyên xwe tê naskirin. Yek ji wan taybetmendiyên wê jî kesayeta wê ya gihîştî bû. Di nava rêxistinê de tu carî ji rêgezên xwe tavîz nedida. Kesayeteke tekoşîner bû û vê tekoşînê jî gelek ji xwe re esas digirt. Hevaleke pir radîkal bû. Bi hemû rêhevalan re di nava têkiliyê de bû. Kesayeteke bêdeng bû lê di heman demê de jî xwedî insyatîf bû û dikaribû li her cihî rola xwe bilîze. Yek ji hevalên ku herî zêde gav zû avêt, hevala Zîlan bû. Ji lewre gelek zû bi berpirsyariyên xwe yên fermandariyê rabû. Li qadeke zehmet têkoşîn da meşandin. Lê li gorî ku dixwest nikaribû hemû xwestekên xwe pêk bîne. Di 21’ê cotmeha sala 2011’an de bi 35 rêhevalan xwe re li Geliyê Tiyarê tevli karwanên nemiran bû. Şehadeta wan gelek giran bû lê soza me jî wê pêkanîna xeyal û daxwazên wan be.
ROZA EFRÎN