Parlamenterên Danîmarkî Anne Rehder, Nîkolayî Vîllûmsen, Parlamenterê Swêdî Hans Lînde KJA ziyaret kirin. Heyet ji aliyê endamên dîplomasiyê yên KJA’yê ve hat pêşwazîkirin.
Endama KJA’yê Ayşe Gokkan têkildarî tevgera jinên Kurd û KJA’yê agahî dan û bal kişand ser êrîşên li dijî gelê Kurd bi taybetî li dijî jinên Kurd. Gokkan da xuyakirin ku girtina Sebahat Tûncel, Berdevka Demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê ye.
Gokkan anî ziman, bersiva herî bi wate ya li van êrîşan, meşandina têkoşînê ye.
Li ser navê heyetê Parlamenterê Swêdî Hans Lînde axivî û got, “Ji ber ku hûn têkoşîna xwe bi felsefeyeke ji hemû bawerî û gelan dimeşînin, têkoşîna we ji bo me dibe çavkaniya îlhamê.”
Heyet wê encamên hevdîtinên xwe di raporekê de berhev bike û pêşkêşî raya giştî ya welatên jê hatine, bike.
AMED