
Li paş xwe meyzekirin û newqî nava bîranîna bûn; çiqas wêrektî ji vê re divê, min di van salên xwe yê dawiyê de baştir fêm kir. Di serê hemû rê û rêwîtiyên me de, wêrektî divê. Em jî fêr bûbûn ku ti carî çavên xwe jê re neniqînin. Lê her ku serpêhatiyên rêwîtiyên me zêde bûn, barê wêrektiya me jî giran dibû. Her min ji xwe re digot, çendî û çend tîr di dilê min de birîna vekin jî, ez ê karibim xwe li ber êşên wan ragirim. Lê bi demê re her ku çû, dilê min xwînî bû û li hember êşê, mîna pela darê di sînga min de dilerize. Dilê min lawaz bûye, wêrektiya min kêm bûye min xwe da ber ezmûna baweriyên xwe. Lê min dît ku tirsa ser heval û heskiriyan ji wêrektiyê hîn bi hêztir e.
Min tesadufî ev wêne di nav albûma hevalekî de dît. Çawa hat ser wêneyê van herdu gerîlayan, min hew karî di nava wêneya de, ne bi paş ne jî bi pêş ve biçim. Wisa ez mam, min ji xwe re li wa nihêrî. Piştî çend kêliyan min dît ku girîzokên cemidî bi laşê min ve radipelikin, bi laşê min digirin. Her çarçoveyeke ku di vê jiyanê de hatiye qeyd kirin, destaneke devokî ye ku her gerîlayek ji yên din re dinihurîne. Her giyanekî ku ji nav me bar dike, ne biyan û ne jî dûr dikeve. Gerîlayên ku rêwîtî bi jiyana wan giyanpakan re bihurandine, ji yên nû re behsa wan dikin. Ji bo wê gerîlayên ku berê şehîd bûne û me ew nedîtine, mîna ku me salên dirêj bi wan re derbas kirine, em wan dinasin. Ne tenê ev, taybetmendiyên wan yên herî bi nav û deng dibe xemla pîvanên me. Ji bo wê em ji hev hez dikin, hev nas dikin, ji hev dûr nakevin. Lê dîsa jî ew hesreta ku çavên wan di çavên me de venabin, hestên me dikizirîne.
Xwîşk, şervan û heval
Ev çend roj in ku ev herdu gerîlayên jin, sevdaserên hev, herdu xwîşk, bi vî wêneyê xwe ve bûne mêvanên civatên me. Ya zerik navê wê Amara ye xwîşka mezin e. Ya esmer jî Nazlîcan e, piçûk ezîza li ber dilan e. Herdu jî dişibiyan xwezaya evînê. Amara sakîn, kûr û ji dil bû. Nazlîcan, şeyda, geş, orjîn û wêrek bû. Gava ku di evînekê de ev teybetmendî tên cem hev, ew evîn digihîjin kemalê. Di van herdu jinên ku ti hêzê nikarî bû wan ji hev dûr bixe, bi hev re li çiyayên Kurdistanê şervantî, hevaltî, û xwîşkîtî kirin.
Amara ti carî çîz nekir
Xwîşka piçûk Nazlîcan berî Amara bi çend sala tevlî nava refên tekoşînê bûbû. Ji wê rojê û bi şûn ve, Amara jî bûbû desgirtiya vê rêwîtiyê û di dawiya dawî de xwe gihandibû hevala xwe. Xeyalên ku cihê lê ji hev qut bûbûn, vê carê li çiyayên Kurdistanê di nava lêgerînên mezin de pêk dianîn. Ji hev dûr yan jî nêzî hev, bi rojnivîsên ku ji hev re dişandin, hevoka dîdariya hesretên bêrîkirinê dikir di navbera wan de. Nazlîcan ya piçûk bû lê her û her di pêşbirka jiyana xwe de bi gavekê li pêşiya Amara dixist. Lê Amara ti carî bes nedikir, çîz nedikir û her û her xwe digihandiyê da ku wê di nav mil û himêza xwe de ji hilma hezkirina xwe de mest bike. Dema ku Nazlîcan berê xwe da bakurê Kurdistanê û di nava şerê Botanê de pijiyabû, Amara bi demeke ne dirêj xwe digihîne Cûdî. Mîna evîna du çiyayên bilind ku li beramberî hev bisekinin, jiyanê ew serwext û bi hêz kiribûn. Herkes ji me dizane ku ti mekan û zeman nikare hozan û derwêşan zeft û kedî bike. Nazlîcan vê carê berê xwe dabû zaniyariyên nû li Çiyayê Xakurkê ku jê re bihuşta vî welatî tê gotin. Nazlîcan di 10´ê Citmeha 2011´an de bi çend hevalên xwe re di encama êrîşeke balafirên dewleta Tirk de şehîd bû.
Xwediya kenê qedîfe
Min ev herdû heval li diyarê evîndaran, Zapê nas kiribûn. Zap hêlîna her sîmûrxa van çiyayan e ku jê bi firê dikeve. Zap, Zê… hemû zarokê xwe yên ku li xwe kom dike, bi zaniyariya dayika xwezayê, û şarezatiya xwedawenda evînê bi ilim dike. Te bi rûmet, bawerî û vînê çekdar dike. Sêhra di av û axa wê de, te dike dîlê evîn û azadiyeke bê dawî. Li Zapê tu di deriyê dîrokê de derbasî ronahiya jiyana îro dibî. Min Nazlîcan di wan salên mexmelî yên 2005´an û 2006´an de nasî. Eşqa wê ya jiyanê di wê zivistanê de zû berf ji lûtkeyên çiya û geliyên wê hilandibû. Xwezayê xwe bi biharê ve kiribû bûka serê salê û bi hisn û cemala xwe bûbû cihê pesnê xêliyên wê yên Gerîla. Nazlîcan di nava Zap-vanan de yek ji wan gerîlayan bû ku dilê wan bi perperîkan re difiriya û hestê wan bi xunçan ve dibişkivî. Bi wî kenê xwe yê qedîfe hestê me didan dienitandin. Jiyan pê re evîneke şeyda bû. Dem dirêj nebû, Amara li vê rêwîtiyê zêde bû. Cihê ku lêgerîn û armancên te lê bin, tu ti carî bînîbûnê najî. Lê ji bo Amara ne tenê lêgerîn û armanc li wir hebû. Nazlîcan jî hebû. Ya ku aliyê wê nîvco temam dike, li wir bû. Êdî herdu dîsa bûbûn yek rih û yek armanc û ji nû ve di bin yek asîmanî de xwe hîs dikirin. Ew roj û ev roj, ev herdu heval ji hev qut nebûn careke din. Ne di armancên xwe de, ne di jiyanê de, û ne jî li diyarê stêrkan.
Piştî şehadeta Nazlîcan her û her çavên min li dîtina Amara digeriya êdî. Min bi xwe dabû bawerkirin ku ez ê karibim Nazlîcan jî di kûrahiya bîbikê çavên Amarayê de bibînim. Lê mîna ku aşiq bêyî maşûqekî nikaribe bijî, di demeke kin de Amara jî li Çiyayê Zagrosan şehîd bû. Bi vî rengî destana Amara û Nazlîcan bûye yek ji destanên bi hezaran şervanên vî welatî.