Hey mirov!..
Ez çîrokek dirêj im, ji heyamê dûr û li derî dîrokê hatime hiştin
Ez Prometheus im, di nava deryayek reng şikestî de, bi mûrê teyr û bazan, wekî xalvedaneke destanî hatime parçekirin...
Ez Kawayê Hesinker im
Ez ew heyama şikestî me,
Di nava herka çemekî de li nalêna birîna xwe ya sedsalî guhdarî dikim
Nalêna min heyamek didanî yek dihilanî...
Reşbelekên li ser kêla gora min,  dibû bedenek parçekirî û di navenda cîhana ker û lal de, di nava kelgerma hêvî şikestî de, aliyek girî yek êş bû... Aliyek koçberî, yek talanîbû... Aliyek kuştî yêk wêranî bû... Aliyek felckirî, aliyê din bi çekên şaristaniya hemdemî  dihatim kuştim û ez welatê jibirkirî, Kurdistana bi kaniyên zift û neftê sîwaxkirî,  di cenga ademiyetê de di goreke betonî de hatim gom kirin.
Ez ew welatê çîrokê.
Wek haveynekî di nava parçeyek pîso de ji bîrkirî
Bêhevî kirim.

Hey mirov!..
Çîroka min bi qesîdeyên qedexe û veşartî dest pê dike, bi dengê bîlûra Mamê Şivan digere, digihe volqana dengê fişeka Egîd.
Li welatê çîrokê ew pêjnek bû û wek kulîlka hevîyê vedikir.
Hûrik hûrik dimeşî.
Qolincên xiyanetê parçe dikirin, gotinên diqulûqewêran de dimistin, birînên daxdayî derman dikirin, dibû av, dibû baran, dibû berfûbaran, dibû ba û bahoz û dibû tehnika min. Ku sed sal in, di çemê Botanê de, li qeraxên Ava Mezin razayî bû û li ser bircikên qesrûqonaxên bêbirhan bi lîstika çavzerkê dilîstin. 
Ev navê cografyaya min e û di vê cografyayê de ciwaniyek kihêl, seglawî, çavmaquşî, bi bazekî re çiya bi çiya dibeziya... Ha ha hêvî bela dikir. Hêdî hêdi, hurik hurik stêrkên ji banê ezman weşiyayî kom dikirin, bi tayên şimakirî neqiş bi neqiş, bi duwêlên li hevbadayî bizmik bi bizmik darvedikirin. Stêrk û teliyên Egîdên welatê min,  dibûne xelekên demê û wek çavkaniya hêviyê mal bi mal digeriyan.
Dahola hawarê lê dida...
Naqoşa şer dikire şîqên
Baz û Başoke di valahiya kûr û fereh de diristin
Her roj!..
Her şev
Xwe di nava hev de dipêçan, piştre erdûezmanek, şevûrojek bi stranên efsûnî li  hevûdin mehr dikirin; wekî jiyanekê, wekî xelekên dîrokekê, wekî nasnameye cemawerekî bi qîrîna Prometheus û argûniya agirê Kawa re xelatgîr dikirin. Ew navên li ser avê nivîsî û di herka Çemê Bûnisra de, li ser dergehê Keliha Qeretacdîn bizmarkirî, dibû aleke rengîn di valahiya dilê welatê min de dibalivî. Ew pêjn û ew teqîna volqanî, ji Fîsê dirêjî Çiyayê Hûda dibû.  Ew kesên ku erda hişk û ezmanê bilind dikirin mala xwe, bi Nuhê Kal re taştê dixwarin, bi Birahîmê koçer re qurban digurandin.
Yanî Tewrata bûyerên drametîk bi xetzêrên dilopên xwehdana xwe dinivîsîn.
Ew in ku ferşên gora betonî parçekirin.
Ew in ku riyek girtin yek vekirin.
Ew in ku navên nû û jyana nû li ser sifra rûmetê radestî me kirin.
Wekî tilisimekê bûne dêr û mizgefta baweriyê, aliyek bangdan, aliyek bixur... Bûne teyrên efsûnî, di nava mumya Firawunan de li ber bablîsokên festînok dîlan girêdan, bûne pel û bergên şîlanê... Piştre bûne bircikên hêviyê. Êw bûne ez û rengê jiyanê. Ew bûne tu û rengê navê te. Ew bûne ez û tu û welatê min û te.
Dîsa jî  dijmin qîm nekir, bûne gurên har û ez kirim çar parçe...
Ez çar parçeyên di çermixê de pelixandin... 
Şikandin, birîndar kirin, talan kirin...
Mişextî kirin û tenê hiştin... Di riya çûn û nehatinê de, bi meşeke bê stûn û star de rêwî kirin... Meşeke bêpergal, kewneke pejmûrde û bêzar...
Hingî min dît ku di şexsê min de ademiyet  hatiye kuştin...
Hingî min dît ku di bedena min de Xweda li ser kevirê teneşîrê dirêjkirine û dixwazin sedsalan, heyam û deman, qonax û demsalan wek bedcanekî kefen bikin.
Ez gunehkar kirim... Ez  dîn û sewesî kirim...
Têhna wan veneşikest, ez dibin ferşa betonî de jî dagir kirim
Û ez wekî nifşekî winda li ser binyata tunebûnê danîm.
Û ez!..
Di nexşeyan de, di atlasên cografya de, di cenga Truwa de û di êrîşa Skenderê Zulqerneyn de, nedîtim; di şerê Selîm û Îsmaîl de, di seferên cîhanşumûl de dabaşa min nekirin. Ez di Gilgamêş de, di çîroka Şahmaran de, di destanê Rustem de, di Taqî Bîsûtun de, di ûpenîşadên Zerdeşt û Manî de, di hawara Mûsa de ez nedîtim. Navekî winda, çîrokek jibîrkirî û welatekî bênav, di valahiya mirovahiyê de hiştim û wek çavekî di şikefta reş de veşartî hiştim.

Hey mirov!..
Hingî...  Wê kêlîka ku teliya ristê li ser libika canbêzarê rûnişt û bi çirkêniya qapsula li ser barûdê, olvedana fişeka li quntara Çiyayê Hûda hat; ku li newal û mesîlan, li guher û dolan, li anîşk û  zîvronekan, li beroj û zinaran bela bû, şikefta fetsînok hate hêrivandin, ademiyet ronahî dît, ez jî ji mirina reş şiyar bûm.
Şiyarbûna min
Bû ronahiya mirovahiyê
Hey mirov!..
Hingî min got, destpêka çîroka min ne gora betonî ye,  fişeka Egîd e…