Li Manîsayê rûniştina doza dadgehkirina 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP’ê, doh di roja duyemîn de bi astengiyan dest pê kir. Daxwaza parastina bi Kurdî ya girtî û tohmetbar Halîl Aydemîr mohra xwe wiha li rûniştinê da: “Zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Welatê min Kurdistan e.” 

Di dozê de hin kesên girtî û hinên negirtî tên dadgehkirin jî beşdarî dozê bûn. Girtiyên jin ji Girtîgeha Jinan a Şakrana Izmîrê neanîn rûniştina dozê. Wekîlên HDP’ê Osman Baydemîr û Mizgîn Irgat û gelek kesan doz şopand. 

Hîna beriya destpêkirina rûniştina dozê, dewleta Tirk rûyê xwe yê zordar nîşan da, ji xizmên girtiyan bi tenê kêm kesan destûr wergirt bikevin hola dadgehê; rûniştina dozê li çapemeniyê girtî bi rê ve çû. 

Siyasetvanan û endamîn HDP´ê tohmet red kirin û israra parastina bi Kurdî kirin.

 

Naxwe te dewleta xwe li ser erda min ava kiriye

Girtiyê bi navê Halîl Aydemîr dest bi parastina xwe kir û destnîşan kir ku ji bo parastina xwe bi Kurdî bike, bi mehan e daxwazname daye, lê heta niha besiva wî nehatiye dayîn. Aydemîr da zanîn ku ew dixwaze parastina xwe bi Kurdî bike û got: “Zimanê min ê dayikê Kurdî ye. Welatê min Kurdistan e. Ev bi sedsalan e wiha ye. Heta wergêr bê, ez ê parastina xwe nekim. Bi tirkî parastinê nakim. Ji ber ku ez dixwazim pêşiya hevalên xwe yên din vekim.” 

Bi van gotinên xwe Aydemir gotinên Musa Anter ên li dadgehê anîn bîra mirovan: “Hegerzimanê min ê dayikê hîmê dewleta te dihejîne, hingê naxwe te dewleta xwe li ser erda min ava kiriye.”  


Dadgehên li Kurdî girtî

Serokê heyeta dadgehê di dema parastina Aydemîr de bênavber axaftina wî qut kir. Li ser vê yekê parêzeran jî xwest dadgeh ji bo parastina bi Kurdî û wergêrê Kurdî biryara xwe bide. Di vê navberê de parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr bang li heyeta dadgehê kir û got: “Tengezariya wergeriya Kurdî hebe, ez dikarim wergêriyê bikim.” Heyeta dadgehê, ev pêşniyaz jî red kir. 

Di navbera rûniştinê de ya ku HDP´yiyan tohmetên li dijî xwe red kirin, Baydemîr, endam û rêveberên HDP’ê daxuyanî dan. 

 

‘Zimanê dayika me rastiya me ye’ 

Baydemîr daxuyanî xwend û got, îdîaname dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike û heta bi astekê jî pêr di rûniştinê de pûç bûye. Baydemîr anî ziman ku li dijî Kurdan careke din cudakerî derketiiye holê û wiha axivî: “Rastiya erdnîgariya me zimanê dayika me Kurdî careke din dixwazin tine bihesibînin. Reng û zimanê gelekî dixwazin qedexe û asteng bikin. Zimanê dayika me jî dikin sûc.” 


MA / MANÎSA