Nivîskara me Eylem Kahraman, li ser helbesta, helbestvanê gerîla Abdurrahman Çadirci nivîsiye. Pirtûka Çadirci bi navê Daglarin Şarkilari (Starnên Çiyayan) ji Weşanên aryen derçûbû û çapa pirtûkê li Ewrûpa bi destê Weşanên Mezopotamya hatiye kirin.

Kahraman îşaret bi zor û zexta li ser weşanxaneyên li Tirkiyeyê dike û dibêje, kêşeyeke cidî ya pirtûkan heye li Tirkiyeyê: “Pirtûkên tên çapkirin jî yan tên berhevkirin yan jî beriya bigihîjin ber destê xwîneran, tên qedexekirin û berhevkirin. Ji bilî van hemûyan, nexasim jî pirtûkên helbestan rastî wê qîmetpêdana û heqê wan e, nayên. Bi her halî pirtûkên nirxbilind digihîjin ber destê xwîneran.” 

Eylem Kahraman îşaret bi gerîlayê nivîskar û helbestvan Abdurrahman Çadirci û pirtûka wî ya bi navê “Daglarin Şarkilari (Stranên Çiyayan)” û bi bîr xist ku çapa pirûkê û hemû pirtûkên nivîskar ên beriya niha hatine qedexekirin û berhevkirin û wiha dewam kir: “Stranên Çiyayan, ji dilê çiyayan weke aşûtekê qut dibe, bi newayîn efsûnî yên ruhstên li ber orkestrayeke mezin di guhên me de bi pistepist dinihure. Weke tevahiya berhemên edebî, bi rista xwe ya yekem di xwe dide der û ji helbestoka yekem a ji du ristan pêk tê em tavilê fêm dikin ku ya em dixwînin ne pirtûkeke helbestan e, lê manîfestoyeke edebî ya hevrêbûna li çiyayan û bi hev re bi dûv heqîtetê ketinê ye.” 


Mirov li Bestan bibe berfînek



Ji pêşengên wêjeya çiya û gerîlayan Çadirci li gorî Kahraman, tevahiya rastiya çiya eşkere li ber çavan radixe: “Ji kendalên bê binî, zinar û tehtên asê, geliyên kûr ên çiyayan bang li me dike. Em carinan xwe li serê çiyayekî di govenda azadiyê de dibînin û carinan jî di geliyên kûr de di bin aşûtê de dibînin, û xwe hişktir bi têkoşînê ve girêdidin:

Em

bera tivingan li çiyayên berflêbûyî, zivistanê li me ket û

bi berfepûkê em birin geliyên kûr

di bin vê berfa gelî miştkirî de

ji bo ku em ji bin derkevin, em li benda biharê ne. 

Biharê, em ê bibin berfîn Bestan miştkirî û bidin der...

Helbesta Çadirci a bi navê “Benevok Çiçekleri (Kulîlkên Benevokê/Guldexwunê)” ji bo şervanên azadiyê veguheriye çend ristên pîroz;

Çûn

ew ên ku roj di kefa destê xwe de helandî

ji bo rêya diçe ber bi rojê ve bi dilê xwe raxin

ji bo ku neteweyeke xemgîn a li pey wan mayî

ber bi rojê ve bibin...”


Weke helbestê nivîsîna şerî

Eylem Kahraman dibêje, di her rista Çadirci de bangeke mirov nikare xwe li ber bigire heye ji bo wan kesên didin dûv heqîqetê û vê helbesta wî mînak nîşan dide:

“Yên me

ew ên ku li çiyayan şerî

mîna helbestê dinivîsin

ew ên ku evînê

ji nifrînê 

weke hingiv diparzinînin

li çiyayay...”

Bi bersiva Çadirci ya ji bo pirsa “helbestên te çima digirîn” Kahraman nivîsa xwe bi dawî dike û dibêje, eseh “Stranên Çiyayan bixwînin”:

“Ma çima negirîn?

Li welatê min bajar digirîn

Li welatê min çem digirîn 

Li welatê min nêrgiz digirîn!.. 

Bibihîsin, bibihîsin van dengan! 

Li her deverê cendekên gule li wan barandî…

Ji min re dibêjin;

helbestên te çima digirîn? 

Ma çima negirîn?

Di devê min de kazîna goran e!

Di devê min de kazîna goran e!

Di devê min de kazîna goran e!!!”