Li welatê Tokelaw 1600 kesên ku di warê hawîrdorê de bîrewer dimînin. Ew xwe li gorî birêveberiya xwe ya ji rêûresmê ya xwe disipêre meclîsên gundan bi rê ve dibin.

REWŞAN DENÎZ

Tokelaw navê welatekî piçûk ê li ser komek girav e. Li bakurê Samoa û bakur rojhilatê Zelanda Nû ye. Ew ji sê giravên weke xelekê yên ji mercanan pêk tê. Navê giravan Nukunonu, Atafu û Fakaofo ne. Tevî ku ti paytexta fermî nîne jî ji van ya herî mezin Nukunonu ye. Taybetmendiya welatê giravan ew e ku tevahiya enerjiya wê paqij e. Taybetmendiyeke wê ya din ew e ku welat bi pirranî bi meclîsên rûspiyan ên gundan tê birêvebirin.  

Em behsa welatekî gelekî piçûk dikin, bi temamî 12 kîlometroyên bi çarçik. Û niha ev welat ji ber germbûna global li ber nemanê ye. Serjimara wê bi giştî 1600 e, û li gorî serjimarê di nava dewletê herî piçûk ên dinyayê de di rêza 4’an de ye.

Dîrokeke kevnar û miletekî piçûk

Li van giravan pêşî miletekî ji çanda Lapîta beriya bi mîladê bi hezar salî bi cih bû. Lapîda weke pêşiyên miletên Polînezyayê tên qebûlkirin. Li gorî texmînan ev girav bûye gaveke pêşî ji bo bicihbûna li rojhilatê Polînezyayê.

Li hersê giravan berê serekê civakan hebûn û wan carinan şerê hev jî dikir. Kîjan bi serketa mezinahî li hemûyan dikir. Li her giravê meclîseke rûspiyan hebû û wan nûneriya klanên cihî dikir. Di warê çandî de Tokelaw hema bêje hevreng in û berê jî wisa bûne. Li gorî texmînan berê pirraniya xelkê welêt tenê demeke salê lê dima û xwarina sereke jî masî û gûzên hindê bûne.

Felaketa bi Ewrûpî û koledaran destpêkirî

Ewrûpiyên kolonyalîst di sedsala 18’an de bi ser vî welatî ve bûne, lê pêşî zêde serê xwe jê neêşandine, heta ku Katolîkên Fransî û mîsyonerên protestan ji nîvê sedsala 19’an û pê ve dest bi dîn guhertina xelkê giravê kirin. Di dawiya dehsala 1860’î de kolefiroşên Perûyî bi ser giravê de girtin û gelek mêrên ji giravê weke kole revandin û gelek ji wan wê nekarîna vegerin vê giravê.

Li ser vê, zilamên Polînezyayî û yên Ewrûpî li giravê bi cih bûn û civakeke dureh li van giravan çêbû.  

Ingilîstanê salên 1870’yî welat îlhaq kir ango bi ser xwe ve kir. Ji sala 1926’an ve Zelanda Nû giravan bi rê ve dibe. Welatiyên wê sala 1976’an navê welêt ku bi Ingilîzî bû guherand û kir Tokelaw ku maneya wê “Bayê Bakur” e. Welatê ku bi giranî serbixwe ye, serxwebûna bi temamî bi du refanduman heta îro red kir.

Germbûna global jê re tehlûke ye

Ji ber ku tehlûke heye ji ber bilindbûna ava behrê tehlûke li ser tinebûna giravan heye, xelkê wan gelekî bîrewer in di warê hawîrdorê û parastina wê de. Di çanda masîgiriya wan de jî parastina cureyan muhim e. Ji bilî vê masîşûr, kûsî û hûtên behrê pîroz in.

Ev welat li dinyayê yelatê pêşî ye ku enerjiya xwe bi temamî ji çavkaniyên dikarin dewam bikin, peyda dike. Pirraniya vê jî  enerjiya rojê ye. Herçî rêveberiya giravê ye, li dinyayê hema hema bê mînak e. Meclîsên cihî yên gundan di rêveberiyê de bi rola diyarker radibin û ji ber wê jî nêzî demokrasiyeke yekser e.