Roja çarşemê piştî hevdîtina bi serokê Konseyê Burhan Xelyûn re, wezîrê karê derve yê Fransayê Alan Juppe da xuyakirin ku ew dixwazin ji bo gelê Sûriyeyê riyeke bi ewlekarî hebe da ku bikaribe xwe ji kuştinê biparêze. Juppe di berdewamiya axaftina xwe de got ku pêwîste hem Yekitiya Ewropayê hem jî yekitiya Ereban li çareseriyekê bigere da ku xelkên sivîl werin parastin.
Herêma tampon
Ev demeke rayedarên Tirkiyeyê hewldanên ji bo avakirina herêmeke tampon li ser sînorê Sûriyeyê dikin lê ev yek ji alî Fransayê ve nayê pejirandin. Wezîr karê Derve yê Fransayê Alan Juppe got ku ew naxwazin ev herêm bi rengekî destwerdana leşkerî were avakirin ew dixwazin tenê herêmekê ji bo xelkên sivîl xwe lê bigirin ava bikin. Bi giştî di asta navnetewî de ev daxuyaniyên Juppe wekî naskirineke bincilkirî ya Konseya Netewî hate nirxandin.
Welatên Ereb dicivin
Îro dîsa wezîrên karên derve yên Welatên Erebî dîsa ji bo lêkolîna rewşa Sûriyeyê civînekê lidardixin. Di vê civînê de dê Welatên Ereb li gaveke din bigerin ji bo bersiva Sûriyeyê bidin piştî ku hikûmeta Sûriyeyê pêşinyara wan bi giştî qebûl nekir û hin sererastkirin tê de kirin lê welatên Ereb jî ew sererastkirinên Sûriyeyê qebûl nekirin. Lewra jî ev civîn ji biryareke din derbarê hikûmeta Sûriyeyê de bigrin tê lidarxistin.
NY’yê şermezar kir
Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi piraniya dengan şîdeta ku hikûmeta Sûriyeyê li dijî xwepêşandanan bi kar tîne, şermezar kir. Komîteya Mafên Mirov a NY’î bi dengê 122 dewletan li hemberî nerazîbûna 13 welatan deng bikarneanîna 41 welatan Sûriye şermezar kir. Nûnerê Sûriyeyê yê NY’î welatên Ewropayê yên wekî Îngilistan, Fransa û Almanyayê ku piştgiriya biryarê kirin bi dehfdan û piştgiriya şerê navxweyî sûcdar kirin.
Biryara NY’î, bi tundî binpêkirinên mafê mirovan ên hikûmeta Sûriyeyê yên metirsîdar ku hîn didomin protesto kirin û operasyonên kuştinên plankirî û çewisandinên li hemberî xwepêşander û parêzvanên mafên mirovan destnîşan kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kir şîdetê rawestîne. Hêjayî gotinê ye ku di nava 60 welatên ku pêşniyar kirin şîdeta li Sûriyeyê bê rawestandin de welatên Ereb ên wekî; Behreyn, Erebistana Siûdî, Urdun, Kuwêt, Fas û Qeter jî hebûn.
Reşw aloz dibe
Jı aliyekî ve hikûmeta Tirkiyeyê gefên xwe bênavber li hikûmeta Sûriyeyê dike û sinyalên destwerdaneke leşkerî dide ji aliyekî din ve Rûsyayê gemiyên xwe yên şer li peravên deriya Sipî bicih dike da ku bêje ez deswerdana Sûriyeyê qebûl nakin. Welatên Ewropayê û Amerîka jî zêde bi germî nêzî destwerdana leşkerî nabin ji berk u ne petrola Sûriyeyê ya zêde heye kul i hev parvebikin û ji aliyekî din ve naxwazin ku li ser sînorê Israîlê aloziyên mezin çêbibin. Welatên ku herî germ nêzî çareseriya bi destwerdana leşkerî dibe Tirkiyeyê ye ew jî ji bo ku bi tu rengî Kurd nebin xwedî statuyekê û rewşa wan neyê guhertin. Lê ev yek di serî de Fransa ji alî gelek dewletan ve bi germî lê nayê mêzekirin.
ŞAM