Welatiyên ji Kobanê destnîşan kirin ku wesayîtên wan hatine desteserkirin û ji ber vê jî ji navçeyê heta ber deriyê sînor meşiyan e. Welatiyên ku ji ber nêzîkatiya rayedarên dewleta Tirk, bi gazincin wiha gotin: "Tu ferqa DAIŞ û Tirkiyeyê tuneye. Em bimirin jî em dê li ser axa xwe bimirin.

Welatiyê bi navê Muslumê Cîbnê (27) yê ji Kobanê hatiye diyar kir ku ji bo zarokên xwe li cihek ewle bicih bike hatiye vi alî û niha jî dixwazin vegerin welatê xwe. Cîbnê got ku wan bi çavê xwe dîtiye ku dewleta Tirk alîkarî daye çeteyên DAIŞ'ê û xwest ku ev piştgirî bê qutkirin.  Osman Yaremez (53) jî gazincên xwe anî ziman û wiha pêde çû: "Em ne dijminin in. Min xwest ez malek kirê bikin. Ji min 3 hezar û 500 TL xwestin. Hinekan avahî nedan me. Me heqeretên dewlata Tirk jî dît. Ji ber vê jî min biryar girt ku ez vegerim Kobanê. Ez dê biçim bi vê temenê xwe şer bikim. Niha ji malbata me 42 kes di nava YPG'e de şer dikin. Kobanê namûsa kurdan e. Îro roja namusê ye."

KOBANÊ




Ji Tirkiyê ketin Rojava

Derket holê ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyê derbasî gundê Sêlîm ê Kobanê bûn û 5 welatiyên parastina gund dikirin qetil kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê îlonê de ji gundê Goktepe yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê derbasî gundê Sêlîmê ê Kobanê bûn. Çeteyan êrişî gel kirin û 5 welatiyên parastina cewherî dikirin qetil kirin. Welatiyê bi navê Bavê Osman ê ku ji komkujiyê xilas bû, diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş gundê wan kir bi tememî gund hate valakirin. Osman, anî ziman ku ciwanên gund li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yekîneyên parastina cewherî avakirin û wiha got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê me kirin kesên pîr, jin û zarok derbasî Tirkiyeyê bûn. Yekîneyên me yên parastinê jî ji bo ber xwe bidin li gund man. Lê di destê ciwanên me de çekên giran tunebû. Yekîneyên me bi derfetên xwe yên kêm şer kirin. Yekîneyên me ji bo parastinê malek diyar kiribû. Di encama bombebarana çeteyên DAIŞ'ê de 4 şervanên me jiyana xwe ji dest dan."

RIHA