Heta niha zêdetirî 700 Kobaniyên ku li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dixebetîn ku piraniya wan ciwan in, bersiva banga seferberiyê dan. Welatiyê bi navê Umer Miso ku tevî malbata xwe li Bakûrê Kurdistanê bû û li ser banga seferberiyê vegeriya Kobanê û kete nava xebatên parastinê, ji ANHA'yê wiha axivî: "Tevî malbata xwe ez li Bakûr bûm. Piştî ku êrîş li dijî Kobanê diwar bûn û hin şervanên YPG/YPJ'ê şehîd ketin, min biryar da ku em vegerin nava xelkên xwe û li rex şervanên YPG'ê parastina namûs û xaka xwe bikin." Ciwanê bi navê Mustefa Hecî jî diyar kir ku piştî seferberî li Kobanê hate îlankirin, biryar da ku tevlî refên YPG'ê bibe û wiha got: "Di nava qadên parastinê de ezê peywira xwe ya netewî pêk bînim û tola hemû şehîdên ku xwîna xwe ji bo vê axê dane, hilînim." Mihemed Ehmed Temo jî wiha axivî: " Ev çeteyên hov hemû curyên kiryarên xirab di derheqê welatiyên herêma Kobanê de dikin. Ez vegeriyame axa xwe da ku li hemberî êrîşên van çeteyan li rex şervanên YPG'ê, bisekinim."

ANHA/KOBANÊ