Rojane bi sedan welatî vedigerin Kobanê, pêr di deriyê sînor ê Kobanê re 700 welatî vegeriyan bajarê xwe.

Welatiyê bi navê Samî Mistefa ku pêr ji Bakur vegeriya da xuyakirin ku ew vegeriyaye da ku di nava xebatên parastinê de cihê xwe bigire û ev tişt anî ziman: ̎ Piştî Kobanê hat rizgarkirin, komên çete êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Ji ber vê yekê erka me ye ku em vegerin û tevlî komîteyên parastinê ku hatine avakirin bibin.̎

Welatiyê bi navê Farûq Xelîl jî li ser vegera xwe ya Kobanê wiha got: ̎ Parastina vê xakê erka hemû kesî ye. Jiyana li ser xakê û parastina wê ji jiyana derve bi rumetire. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez vegerim û parastina xaka xwe bikim.̎

Welatiyê ji Girê Spî Mustefa Mihemed diyar ku ku ew ji Girê Spî ye, dema çete ketin bajarê wan hemû gelê Kurd koçber kirin û wiha got: “Hêzên YPG’ê bajar rizgar kirin. Min biryar da ku ez vegerim bajarê xwe û di xebatên parastinê de cihê xwe bigrim.Ez ê bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastinê pêk bînim û xizmeta gelê xwe bikim”


ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/KOBANÊ