
LUQMAN GULDIVÊ
Di nava xefka xwe ji gunehan şûştî ya serdema rohnîbûnê ya Ewrûpayê de, Ewrûpa ewqasî rohnî nebû û ne jî îdealên rohnîbûyiyan bê guneh bûn. Lê ew, berê ku wan da ber civakên Ewrûpayê û sîstema kapîtalîst a ku ji vê yekê yerî zêde sûdwergirt û xwe kir desthilata mutleq heta roja me ya îro, sîstema civakî û siyasî ya roja me ya îro diyar kir. Ez ê xwe bi temamiya vê serdemê helbet nekim. Tenê behsa Michel de Montaigne bikim ku 28 Sibata 1533´yan ji dayik bûye li Périgord a Franseyê. Sedema wê jî ew e ku ew mirovekî ji “civaka maqûl” a wê demê bû, wî şaredariya bajarê Bordeaux jî kiriye. Lê ez ê wî ne bi maqûlî û ne bi şaredariya wê, heta ne bi karê wî yê ilmî û wergerên wî bibînim. Ez ê wî bi Essais ên wî (li gorî Fransiya hingê hem ceribandin û hem jî tecrûbeya şexsî) bixim ber awirên xwe yîn meraqdar.
Ez êdî nîvek im
Çawa ku ji navê berhema wî jî mirov dikare tê derxe, Michel de Montaigne cureyê edebî yê ceribandinê afirand. Di vê ceribandina xwe de Montaigne behsa xwe dike, li xwe dinihêre, xwe nas dike û xwe dide nasîn. Li gorî îdîaya wî bi xwe armanca wî diyalogege bi xwînerên wî re ye. Xwînerên wî jî ne her kes belê nas û dostên wî ne ku piştî mirina wî jî wê karibin wî bi bîr bînin û “pê re bipeyivin”. Li vir helbet tesîreke peywenda jiyana şexsî heye ku divê em pê zanibin ji bo ku em jê fêm bikin. Di jiyana Michel de Montaigne de yek ji tiştên herî girîng hevaltî ye; hevaltiya ku xwe disipêre dostaniyeke dilsozane û ji hev fêmkirina du yan jî bêhtir kesan weke ku parçeyên hev bin. Di berhemên û neqlên li ser wî de em dibînin ku ew evînê li aliyekî datîne û wê weke hez û dildariyeke xurt a di navbera jin û mêr de bi cih dike. Zewacê jî li aliyekî din bi cih dike û wê weke lazimiyeke civakî ya gelekî bikêr dinirxîne û dibêje, ji bo wê evîn ne hewce ye. Li aliyê din jî ew xwendinê û bi rêya xwendin û tecrûbeyê naskirina mirov û mekanan jî weke mijareke girîng dibîne. Lê herçî dostanî ye, ew bi serê xwe xwedî giraniyeke diyarker e: “Em yek ruh bûn di du bedenan de”, ew van gotinan ji bo Étienne de La Boétie gotine ku bi xwe jî wekî de Montaigne dadgerekî asta bilind bû. Piştî ku hev du nas dikin bi 5 salan Étienne de La Boétie dimire û dike ku de Montaigne ji bo vê bibêje, ez êdî “tenê nîvek im”.
Heyranê serdemên kevnar
Michel de Montaigne wê destnivîsên hevalê xwe Discours de la servitude volontaire/Minaqeşekirina bendetiya dilkirî piştî mirina wî li Parîsê sala 1574´an biweşande da ku “dostaniya” wî pê re dewam bike. Ev elaqeya bi nivîsê re wekî ku bi mirovekî, bi tecrûbeyê wî re bide û bistîne, paşê wê tesîr li de Montaigne jî bikira ku dibe sedem Essais ên xwe binivîse. Helbet peywenda dîrokî jî girîng e. Michel de Montaigne di serdemekê de dijî ku li Franseyê şerên ayînî hene yên di navbera Portestan û Katolîkan de û di komkujiya Saint Barthélemy bi tenê de 15 hezar mirov hatin kuştin ku wî jî şahidiya wan rojan kiriye. Ew humanîstek (di maneya edebî de) e; wî hema hema temamê nivîsên klasîkên Yewnanî yên kevin û yên ji Romayê xwendine û heyranê wan e. Ew Sokratê ku dema jê tê pirsîn ka ew ji ku ye û nabêje ez ji Atînayê me, lê dibêje ez ji dinyayê me, ji xwe re mînak dibîne. Heta ew dibêje ku wî tercîh dikir ku di serdema Romayê de welatiyekî Romayê be. Ew jî bawer dike ku mirov wekî mirov ji dayik nabe lê dibe mirov (peyva navdar a Erasmus e). Lê di heman demê de tevî ku ew di pirtûkan de dinyayê dibîne, bi wan dinyayê nas dike, bi korahî girêdaneke wî yan jî pîrozkirina ya ilm nîne: “Zanist bêyî bîreweriyê tenê ruhekî xirbe ye”.
Li ser redan û polemîkê pêşniyaza ya nû
Sedema nivîsîna wî ya Essais an jî ew e ku ew di nivîsa wan de retorîkê red dike, dixwaze bi rehetî binivîse, bi xwe re bipeyive û xwe nas bike, pê re jî xwe bide nasîn; ango meydana wêjeyê ya ku retorîk çi helbestî çi na, heta hingî li serê xwedî tehekumeke mutleq bû, bi kêra Michel de Montaigne nedihat û wî xwe li vî karê nû ceriband û ceribandin li cureyên wêjeyî zêde kir. Bi ser de jî dema vê dike, polemîkê bi kar tîne ku li ser redkirinê ava bûye: redkirina pedantîzmê (kesê ku bi rengekî mubalexekirî dixwaze her tişt bê qisûr be yan jî bê qisûr bê kirin), redkirina zanistê, redkirina perwerdeya komî, redkirina şikandina înîsiyatîfa şagirt. Li ser van redan ew hem polemîkê û hem jî diyalogê dike. Li ser mijara perwerdeyê, wekî mînak ew dibêje, kesê zana ew e ku dikare guh bide û li diyalogê vekiriye. Michel de Montaigne sala 1592´yan li welatê xwe Bordeauxê dimire.
Jînegeriya de Montaigne
Michel de Montaigne an jî Michel Eyquem de Montaigne (28.02.1533 - 13.09.1592) yek ji giringtirîn nivîskarê Ronesansa edebî ya fransî ye û damezrînerê ceribanê wekî forma wêjeyî ye.
Nivîskar di 28ê sibata 1533’an de li Château de Montaigneyê ya li Périgordê, li Fransayê ji dayîk bûye. Li fakulteyên Hiquq û Felsefeyê xwendiye. Sala 1562’an tevlî artêşa qralî ya Franseyê dibe. Sala 1572’an dest bi nivîsandina berhema xwe ya bi navê Essais dike. Sala 1576’an de li ser Raimond Sebond pirtûkekê dinivisîne. Sala 1580’yî cara yekê Ceribanên xwe wek du cilt diweşîne.
Michel de Montaigne li Bordeauxê di 13’ê Îlona 1592’an dimire.
Pirtûka wî ya ceribanan îro li Ewrûpayê wek çavkaniyeke bingehîn tê pejirandin.