LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN


Yek ji mezintirîn zanyarê lêkolînên Kurdî û yek ji zimanzanên mezin serdema me Prof. Dr. Emîr Hesenpûr, piştî ku bi nexweşiya kansêrê ket bi şanzdeh salan pêr wefat kir. Piştî wefatê malbatê û kovara Derwaze derbarê cihê wî di civaka KUrdî û civata lêkolînên Kurdî de daxuyanî dan. 

Emîr Hesenpûr li nexweşxaneya Princess Margaret Hospital a li bajarê Kanadayê Torontoyê di 73 saliya xwe de ji ber kansêra tîroîdê wefat kir. Hesenpûr ji bajarê rojhilatê Kurdistanê Mehabadê ye û sala 1986´an li Kanadayî bi cih bûye. Wî li zanîngeha Windsor li beşa Lêkolînên Komunîkasyonê di navbera 1989´an û 1993´yan de ders da. Wî bi lêkolîna xwe berê awira xwe da têkiliya di navbera komunîkasyon, dîrok û tevgerên civakî.


Ji bo Kurdistanê û jê û wêde

Yek ji zanyarên ku ji xwendekarên wî yên li Windsorê, Ava Homa ye ku ji bo wî dibêje, “Ew mirovekî mezin bû. Weke hemû Kurdan min hez ji wî dikir û rêz jê re digirt, nexasim jî ji ber doza wî ya edaletê ji bo Kurdistanê û ji Kurdistanê û wêde.”   

Hevjîna Hesenpûr, Şehrzad Mojab ku li zanîngeha Torontoyê dersên perwerde û lêkolînên jinan dide ji bo wefata hevjînê xwe dibêje, “Cihê daxê ye. Lê belê bersiv û reaksiyona li ser medya civakî ez xerq kirim. Li temamê dinyayê şîrove hebûn, nexasim jî li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê, di nava Kurdan, Filistînî, Emerîkiyên Latînî, Îranî p dostên li Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de. Ev bi rastî jî îşaret bi kalîte û xisletên mirovekî dike ku li xwe dabû mijarên edaletê û daxwaza cihaneke baştir ji bo her kesî.”


Dildarê şoreşê

Di daxuyaniyeke li ser navê malbatê jî ku mohra kurê Emîr Hesenpûr, Saleh Hesenpûr û hevjîna wî Şehrzad Mojab li binê hebû jî hat gotin, “Ji evîna wî ya bê dawî ya ji bo jiyanê û mirovan, û ji hêviya wî ya ji bo avakirina dinyayeke din, daxwaza wî ji bo me cihê pîrozkirina jiyanê bû, cihê reqsê û bextewerbûnê. Li ser daxwaza Emîr bi xwe em ê merasîmeke ji rêûresmê nekin. Lê belê wextekê em ê bên cem hev da ku em qencî, mirovahî û evîna wî ya bê dawî û dildariya wê ya ji bo şoreşê bi bîr bînin.”

Kovara Kurdî ya Zanistên Civakî û Mirovî, Derwazeyê jî bi rasthatina wefata seredîtorê Emîr Hesenpûr daxuyaniyek weşand. Kovarê sersaxî ji malbata wî û ji civata xwe re xwest û got, “Keda wî wek edîtorê avakar ê Derwazeyê gelek zêde ye. Em ê her hewl bidin di vê rêyê de, ku wî binemayên wê ji me re danîne, berdewam bin.”


Em ê xwedî li mîrata wî derkevin

Di peyama sersaxiyê de kovar bi bîr dixe ku mamoste Emîr Hesenpûr ji bo Derwazeyê îşaret bi van erkên li jêr kiriye: “(...) Guherîneke din, hem li welat û hem li diyasporayê, berfirehbûn û cihêrengbûna çîna rewşenbîrên kurd e, ku pêşiyê hêzeke mêr(ane) bû û niha ji jin û mêran pêk tê. Barê giran ê têgihiştina Kurdistan û dinyaya îro li ser milên vê çînê ye, bi bendewariya ku ew têgihiştin arî armanca guherîna rewşa bedbext a gelê kurd bike. (...)

Derwaze dixwaze (...) dîrok û civaka kurd wek waqi’etekî aloz û pirlayenî bibîne ku têgihiştina wê pêwîstî bi lêkolînên bingehî heye, ew jî bi metodên cur-bi-cur ên taybet bi lêkolînên meydanî û belgeyî û bi teorî û şêwazîn şîroveyî yên bihêz û cur-bi-cur.

Serkeftina vê projeyê heta radeyeke bilind girêdayî beşdarîkirina berê nû yê rewşenbîr û hundermendan e di vê têkoşînê de, ew jî bi rabûna li dijî zanista berbelav û rexnegirtina li hemû çavkaniyên desthilatê.”

Kovarê, wefata Emîr Hesenpûr wekî wendahiyeke mezin ji bo Kurdistanê û civaka lêkolînê Kurdî bi nav kir û got, “Em weke kovara Derwaze em ê ya ji destê me tê bikin da ku em xwe bigihînin standart û prensîpên di hejmara pêşî de wî ji bo me danîn û hêvîdar in ku em ê hejmarên wisa hilberînin ku ew ê bi wan serbilind bûya.”

Mamoste nivîskarê pirtûka Ziman û Neteweperestî li Kurdistanê 1918-1985´an e û bi nivîs û fikrên xwe yên li dijî zimankujî û qirkirinê li helwêsta zanistî ya beramberî siyasetê zimên jî fikra alînegirî li hemberî qirkirinê helwêsteke siyasî ye.