
ERDOGAN ALTAN / QAMIŞLO / MA
Şêwekara jin a 20 salî Ronas Mihemed bi eşqek mezin xêzkirina wêneyan ve hatiye girêdan, ew dibêje, ew cîhana jinan a hundir bi wêneyan xêz dike.
Jina ciwan Ronas Mihemed a 20 salî ye bi hest û ramanan ku di wêneyên xwe de gelek çîrokên xeyalî vedibêje, rêkefta jiyanê û bi taybet a jinê dixwaze temsîl bike. Ronas a ku ji Amudê ya ser bi kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Herema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye, serpêhatiya xwe ya hunerî wiha vedibêje. Ronas di destpêkê de diyar dike ku ew ji zarokatiya xwe ve ji vî hunerî hez dike û her çû wê tişt xêz dikirin, bi vî awayî wênesaziya wê bi pêş ketiye. Ronas Mihemed dibêje, ew ji zarokatiya xwe ve ji waneyan û dersa şêwekariyê hez dikir û wiha peyivî: “Di dibistanê de heyecana min a şêwekariyê pirr zêde bû û timî çavê min lê bû saeta dersê bê da ku ez wêneyekê xêz bikim.”
‘Ez xeyalên jinê xêz dikim’
Şêwekar Ronas Mihemed dibêje ew dildar û aşiqê vî hunerî ye û dide zanîn ku ew bi hunerê xwe jiyanê vedibêje, û bi tabloyên xwe rastiya jiyanê radixe ber çavan.
Ronas Mihemed diyar dike ku ew bi tabloyên xwe dixwaze jiyanê, xwezayê, rastiyê û qewmînan vebêje û tîne ziman ku jin xwedî xeyalên xwe yên mezin in û jiyana ku dijîn tabloyên wê temsîl dike

Ronas Mihemed girîngîdayîna bi wêneya jinê, wiha tîne zimên: “Ji ber ku min xwest xwezaya jinê vebêjim û dengê hêstên wê pênase bikim, di tabloyên min de herî zêde hêst û fikrên jinê hene.”
Ronas Mihemed îşaret bi wê yekê dike ku wê gelek wêne xêz kirine, li hevalan leva kirine û wiha dewam kir, “Ya dawî jî ew wêneyên ku min xêz kiribûn, bi hin wêneyên hevalên min re li Qamişlo ji bo şervanên di şerên li dijî DAIŞ’ê birîndar bûbûn re wek pêşangehek me li dar xist. Di naveroka wê pêşangehê de jî hem êş û azar û hem jî berxwedêriya jinê dihat vegotin.”