Ji bo êrişên dagirkeriyê yên deweta Tirk protesto bike, Diyarî Kurdî di nava xwepêşandêrên li ber avahiya parlamena Ingilîstanê de bû. Gava serokwezîr Boris Johnson tevî karwanê xwe ji parlamenê veqetiya wî xwe avêt ber erebeya wî. Ji ber vê yekê jî erebeya parêzvanên wî ji paşê ve li erebeya serokwezîr qulibî. Diyarî Kurdî ji bo bûyerê got, wî nexwestiye kesî biêşîne. Keça wî li Awusturalyayê jî ji Daily Mail re gotiye, bavê wê gelekî dildarê doza Rizgariya Kurdistanê ye û ji ber wê ev çalakî kiriye. Çapemeniya Ingilîstanê hemûyî cih da vê nûçeyê. Gava nûçe hat dayîn jî, wêneyekî ji Facebooka Diyarî Kurdî hat dayîn ku tê de ew wêneyekî Ocalan hildigire û T-Shirtê Azadî ji Ocalan re lê ye. Yanî ka bi qencî û ka bi xirabî, ev çapameniya ku xwe ti caran nade ber nîşandana wêneyên Ocalan, vê carê bêyî ku careke tenê jî navê wî hilde T-Shirtê kampanyaya azadî ji bo Ocalan nîşan da. Di nava van rojnameyan de yên herî zêde tên firotin yên weke The Sun û Daily Mail jî hene. LONDON