Piştî salên 90’î, hêzên siyasî, hemû hunermendên welatparêz di saziyan de civandin. Ne tenê wênesaz, hemû kesên bi beşên huner yên din dilebikin jî. Vê rewşê kir ku hunermend ji hunerî, ji afirandina hunerî bêhtir, bi hev du re bilebikin.

 

FEWZÎBÎLGE

Piştî salên 90’î bipêşketin û destketiyên civakî û siyasî di nava civaka Kurd de veguhezî hêviyeke mezin.Teyîsînek ji vê hêviyê jî bipêşketina huner bû. Bipêşketina huner û hunermendan zemînek ji çandê re jî çêdikir. Tevgerên siyasî yên Kurd weke her dewlet, rêxistin û saziyên cihanê, ev weke fersendekê bi kar anîn û xwestin huner û hunermendan têxin bin kontrola xwe û gelek ji wan xistine jî. Ew kontrolkirin, her çiqasî li gor min ne rast bû jî, hema hema hemû hunermendan, ji ber hêl û hestên xwe yên neteweyî, xwe bi destên wan ve berdan. Piştî vê rewşê, ew hêz, êdî bi tumerî ket destê hêzên tevgerên siyasî û hunermendan êdî nikarîbû xwe ji bin siya siyasiyan rizgar bikiraya. Lê pênc salên dawî, êdî rewş hindik be jî guheriye. Rewş çi dibe bila bibe, ti hêz divê hewl nede ku huner têxe binê kontrola xwe; lê kirin û hîn jî di nava wê hewldanê de ne. Her çi qasî di destpêkê de ev rewş weke serketinekê xuya bibe û gavên baş hatibin avêtin jî di rastiya jiyanê de ew binketinek, wendakirinek bû, ji ber ku hunerê ku hesab xwe bera navê bide, ruh jê dikişê.

Li ser bingeheke ajîtasyon û propagandayê bûn

Piştî salên 90’î, hêzên siyasî, hemû hunermendên welatparêz di saziyan de civandin. Ne tenê şêwekar, hemû kesên bi beşên huner yên din dilebikin jî. Vê rewşê kir ku hunermend ji huner, ji afirandina hunerî bêtir, bi hevdu re bilebikin. Pirsgirêkên her hunermendî, derûniya her hunermendî, xebatên wan ên teorîk-pratîk cuda bûn û vê rewşê kir ku êdî neafirînin, nikaribin biafirînin an jî berhemên ji asta xwe kêmtir, hejartir biafirînin. Berhemên ku dihatin afirandin jî, ji ber sedema ku siyasiyan ew bi rê ve dibir, hema hema pirraniya wan li ser bingeheke ajîtasyon û propagandayê bûn.

Ev rewş di wê demê de li hesabê siyasiyan dihat belkî, lê bi qasî ku hewce bû, ew huner û hunermend civakî nedibûn. Civaka Kurd mîna her dem bi giştî berê xwe, bala xwe, ji çand û hunerê serdestên xwe neda alî û berê xwe neda huner û hunermendên xwe.

Ji bo vê rewşê, ne hewce ye mirov sond bixwe, jixwe mirov, li asîmîlasyon û otoasîmîlasyona civaka Kurd ku hîna jî bi bayê bezê têk dibe, binihêre bes e. Piştî demekê gelek hunermendan, rewşa sazî û dezgehan dît û hinek ji wan jê dûr ketin. Her wiha berdêlên pirr giran dan, gelek ji wan hîn jî wê êşê dikişînin.

Hunermendên ku newêribûn xwe bispêrin xwe, di saziyan de man, lê wan jî ji huner bêtir bi kesên kurtêlxur, mîna qijnikan ku weke hunermend tevdigeriyan û karê wan tenê li hemberî kesên diafirandin bû, ango karê wan tenê xerakirin bû. Bi vê rêgezê hevdu hejar kirin. Lê ev rasti jî heye ku, bi saya hêza siyasî, hunermendan êdî -bi hêsanî nebe jî- qet tine be di destpêkê de dikarîbû hestên xwe bi awayekî eşkere bianiyana zimên, di berhemên xwe de, qala Kurd û Kurdistanê bikirana. Îca heger em van bidin aliyekî û qala bipêşketina beşa wêne û wênesaziyê bikin; dikarim bibêjim ku beşa wêne di nava beşên huner yên din de her dem ya jinbavê bû. Tiştên ku ji bo beşên din dihatin kirin jî ti carî ji bo wêne û şêwekariyê nehat kirin. Jixwe, wêne ne tenê di civaka me de, li hemû cihanê, beşa ku herî hindik mirov pê re têkildar dibin; lê ya herî bi bandor e. De îcar civaka me û sedemên dîrokî yên weke; bêdewletbûn, bandora dîn a neerînî, şikandina diyalektîka neteweyê û pê ve girêdayî şer, talan, asîmîlasyon, koçberî, tinebûna dewlemendên neteweyî li aliyekî, di ser de jî rewşenbîrên Kurd jî tê de, gelek kes ji wêne direviyan, direvin.

Berî salên 90’ î û piştî salên 90’ î 

Mirov nikare heta salên 90’ î qala hebûna şêwekariya Kurdan li Bakur bike. Ev teqez e ku berî 90’î jî gelek kesên Kurd ku bi wêne û şêwekariyê re lebikîne, hene. Lê mixabin ji wan yek jî bi nasnameya xwe, xwe nedaye qebûlkirin. Weke Tirkekî xebatên xwe domandine û wan jî ango serdestan jî ji ber ku li hesabê wan dihat, dest bi wan nedaye, lê ti kara wan jî negihaye civaka Kurd, hunerê Kurdan. Piştî salên 90’î geşbûna hêza siyasî û civakî kir ku gelek wênesaz biwêrin bi nasnameya xwe çalakiyên xwe li dar bixin û karibin bibêjin em; wênesaz Kurd in, ev wêneyên wênesazên Kurdan in, filan û bêvan.

Rastî, ev xaleke pirr girîng e. Şikandina tirsê ye û ji bo bindestekî, dikarim bibêjim tişta herî girîng e. Bi saya vê wêrekiyê, wênesazên Kurd dest bi xebatên xwe kirin û li her dera ku destê wan digihiştiyê, çalakiyên xwe (pêşangeh) li dar xistin û pê re peyamên xwe dan.

Kîjan binavkirin rast e?

Weke hejmar şêwekar ne pirr bûn. Pirrbûn ne pirr girîng e, lê bi qasî dengê xwe li gel hemû pirsgirêkan berz bikin; xebitîn, afirandin- li ber xwe dan û xwe heyî kirin. Şikandina tirsê bû sedemeke girîng a xwe heyîkirina wan.

Qet tine be, bîst sîh salên dawî li lîteratura hunerê Kurdan, di hişê wan de çend têgeh zêde kirin; weke wênesazên Kurd, wêne, pêşangeh, wêneyên Kurdan, peyker, peykertraşî, peykertraşên Kurd û hwd. Her çi qasî hinek kes yan derdor ji ber nezaniya xwe dixwazin wan peyv û têgehên di civaka Kurd de bi cih bûne, biguherînin jî li gorî pirraniyê ew qels dimînin. Weke ku tê zanîn resm, ressam bi Erebî ye. Nîgar- nîgarkêşî bi Farisî ye, wêne- wênesazî bi Kurdî ye, bi Tirkî tine ye. Wan ji Ereban girtiye û hewce nake mirov a ku di zimên de cihê xwe girtiye îca bi zorê bike Farisî an Erebî. Meqseda kesên wiha çi ye nizanim, yan jî bêjim nizanim.

Ez hîna jî tu dengî ji wan nabihîzim

Derketina wêne û wênesaziya Kurdan a bi nasnameya xwe ez weke pîvan bigirim, dikarim qala salên 1990’î û vir ve bikim. Di 1990’î de ew jî ne li Kurdistanê li bajarê Stenbolê çend wênesazên Kurd, me xwe gihand hevdu û bi niyeta em ji hevdu hêzê bigirin me dixwest kargeheke huner vekin lê mixabin me nikarîbû û me xebatên xwe - bêhtir civînên xwe - li komele û sendîkayên wê demê çêdikirin.

Me navê Koma Wênesazên Arya li xwe kir. Di demeke kurt de me bi navê Helepce, li Stenbolê pêşangeheke hevbeş li dar xist.

Di sala 1991’ê de Navenda Çanda Mezopotamya vebû û ji komê tenê çar heb wênesazan xebatên xwe li wir domandin. Yên din, wan nexwest ew werin. Ji me qetiyan, piştre deng ji wan biliya û ez hîn jî ti dengî ji wan nabihîzim. Me êdî weke Koma Wênesazê Mezopotamyayê xwe bi nav kir û di nava çend salan de hem li metropolan û hem jî li welêt gelek pêşangeh li dar xistin. Piştî wê, ew hevalên –wênesazên din- hinekan ji wan berê xwe da memûrtiyê û hinekan jî da siyasetê, ji wê komê ez bi tenê mam. Lê bi eks, bi girr min xebatên xwe dewam kirin.

Temenê wênesaziya Kurdan kurt e

Piştî salên 2000’ î min berê xwe da welêt, li Batmanê bi cih bûm û min 15 salan li atolyeya xwe Soresorê perwedehiya wêne da. Min dixwest tevgereke hunerî ava bikim. Di wê tevgerê de gelek wênesaz nêzî sih kesên neqane bi ser ketin. Wan jî dest bi xebatên xwe kir lê mixabin ji ber şert û mercên zor, gelek heban dev jê berda. Ji loma dibêjim; temenê wênesaziya Kurdan kurt e.

Civak ne fêrî vê beşa huner e. Întelektuelên me jî ji vê beşê direvin. Muze, muzeyade, galerî, kargeh, rexnegirên huner, koleksiyoner tinene yan jî pirr û pirr kêm in. Wênesazên heyî piştî demekê nikarîbûn li ser lingên xwe bimînin û karibin jiyana xwe weke wênesazan bidomînin. Ji ber ku wênesaziyê ne di hêla maddî ne jî di hêla manewî de ew têr nedikirin. Di nava wan bîst, sîh salan de yeko yeko dev jê berdan û dest bi karên din yên ji rêzê kirin.

Di wê pêvajoyê de wênesazên ji derveyî sazî û dezgehan jî ji ber heman sedeman gelekan ji wan dev ji vî hunerî berda. An jî haya min ji wan tine ye, ew jî mumkin e. Li Bakur ev rastiyek e. Wênesazek an bi giştî hunermendek xwe red bike û xwe bispêre hêzên serdestan dikare li ser lingan bimîne û dimîne. Mînakên wiha pirr in û ne hêja ne ku navê wan hildim.

Pirr an hindik diafirînin

Wênesazên di kargeha Soresorê de (Kargeha Hunerê Bedew) gihiştibûn, hejmar û xebatên wan her çi qasî roj bi roj kêm bibin jî –ku gelek sedemên vê rewşê hene- hin kesên mîna Çidem Baran (nivîskar û wênesaz), Ehmed Ronîar (Nivîskar û wênesaz),  Berçema Muşrîtan (Wênesaz û helbestkar), Zozan Bigçe, Jovan Horî li ber xwe didin. Pirr an hindik diafirînin.

Ji bilî van Şexmûz Kîno, M. Salih Korhan, Rêdî Saît Toprak, Serdar Bapîr, Zahir Kayan, Şehabettîn Nebîoğlu û Welat xebatên xwe didomînin. Li parçeyên din rewşa hunerê şêwekarî çawa ye mijareke din e lê li Bakur heger hunermendek ne bi hişmendiya Kurd û Kurdistanîbûnê tevbigere, di nava pêvajoyê de bi hêsanî vediguheze berovajiyê xwe û hejmara wan kesên wiha îro jî ne kêm e.

Divê mirov evîndarê karê xwe be

Li Kurdistanê wênesazî pirr zehmet e; lê li gel wê jî ya girîng rewş çi dibe bila bibe, divê mirov evîndarê karê xwe, yanî wêne û wênesaziyê be. Wekî din ti guliya ku mirov xwe pê bigire tine ye.

Bawer dikim, heger îro, qala hebûna wêne û wênesaziya Kurdan dibe, bi saya bipêşketinên piştî 1990’î û kesên wiha ne ku evîndarên welatê xwe û hunerê ne. Tenê evîndarên herduyan.

Li civaka me, hîn jî bela ku meseleya mayîn û nemayînê çareser nebûye, çavên civakê li siyasiyan e ku wê pirsgirêka giran çareser bikin. Hêz di destên wan de civiyaye û ew jî rola huner û hunermendan biçûk dibînin. Ji ber vê sedemê ye ku li aliyekî êrişên serdestan li aliyê din jî nihêrînên siyasiyan kiriye ku hunermend ne xwedî helwêst û rûmetekê bin. Ji ber van sedeman, emrê wênesaziya Bakur kurt e, lê ev rewş hêdî hêdî diguhere. Divê biguhere.

   

Bi rêxistinkirina wênesazan ne hewce ye?

Berî her tiştî xwestina bi rêxistinkirina wênesazan ne mumkin e û ne hewce ye. Ji wan hewldanên sih salî jî diyar dibe ku nebû û wê nebe û hewce jî nake. Ji ber ku; huner afirandineke tekaser e. Her hunermend di pêvajoya afirandinê de bi tenê ye. Şert û merc çi dibin jî bi tena serê xwe diafirîne. Hevkarî, hevbeşî mumkin e û wê bibe jî, dîsa her hunermend bi serê xwe û xwedî kesayet, derûnî û cihaneke cuda ye.

Wênesazî hevkariyê, hevbeşiyê napejirîne. Gelek bizav çêbûne. Gelek wênesazan bi hev re kargeh damezirandine, lê kesî doza rêxistinekê nekiriye. Tenê ji ber sedemên aborî hatine ba hev û gava keys lê anîne, ji hev dûr ketine.

Lênihêrîna huner jî li gorî bipêşketin û guherînên jiyanê diguhere. Mîna berê wênesaz xwe bi bizavekê nagirin û bizav jî êdî bi sedsalan hukma xwe nake. Bizav qediyane û hunermend li wan bizavan tenê tiştekî zêde dikin. Heger karibe, li gorî hêza xwe, tiştekî li yên heyî zêde bike, hingê bi ser dikeve.

Asta wênesaziya Bakur, li gel hemû pirsgirêkên giran, ku diyalektîka civakê –neteweyê- hatiye şikandin û nehiştine bizavên ku li cihanê jiyane, ew jî bijîn û biafirînin û bibin xwedî rabirdûyeke bizav û şêweyan. Civak hîna jî ne amade be, hunerê şêwekariyê yê Kurdan di asta hunerê cîhanê de ye, ji wan ne kêm e û ne jî zêde ye.

Kargeha Hunerên Bedew Soresorê

Şer bi awayekî biqede, meseleya neteweyî çareser bibe, gelek kes êdî wê bêhtir berê xwe bidin huner, wê bêhtir wênesaziyê bişopînin, nas bikin, binirxînin, hez bikin û biparêzin. Li gel hemû pirsgirêkên giran jî heger em bidin ber yên cihanê ku yên a niha heyî dikarim bibêjim ku di demeke ew qas kurt de bi ber pêşketinê ve gavên baş avêtine. Hem xwedî nirxên neteweyî, hem jî xwedî nirxên navneteweyî ne. Hemû bizav û şêweyên ku îro hene çi qasî diteyîsin berhemên wênesazên cihanê, ewqasî diteyisin berhemên wênesazên Kurd jî.

Heger mirov zorê bidiyê û behsa ekolan bike, tenê dikare bibêje; di nava 20-30 salên dawî de li Batmanê peyandineke tevgereke hunerî çêbûye. Li derdora Kargeha Hunerên Bedew Soresorê, qederê 30 wênesazî bi hev re 15-20 salan xebitîne, çalakî li dar xistine.

Ji bilî vê peyandina tevgera huner, mirov nikare qala ti yeke din û ekolan bike. Rewş wiha be jî di asta berheman de yên li derdora Kargeha hunerên Bedew Sorsorê û yên li derveyî wê xebitîne, ne di ser hev re ne.