Şervîn Elo ya lal, bi xêzkirina wêneyan ji xwe re zimanek çêkiriye û hem daxwaz, hem bêrî, hêvî û hestên xwe yên din jî bi vî zimanî îfade dike. Wê dema derketina ji Efrînê, wêneyên xwe “tevî gorên şehîdan” li Efrînê hiştine.   

TULÎN MUHEMED / JINNEWS / ŞEHBA

Jina bi navê Şervîn Elo ya ji Gundê Omera yê Navçeya Şeraya Efrînê, niha li Gundê Maretê yê Şehbayê bi cih bûye. Tevî şertên koçberiyê û astengiyê jî ew dev ji xeyalên xwe bernade û hunera xwe ya xêzkirina wêneyan didomîne. Dayika Şervînê, Hemîde Elo derbarê hunera keça xwe de dibêje, “Keça min tevî ku lal e û nikare biaxive jî hestên xwe bi xêzkirinê tîne ziman. Ew bi hunera xwe xeyalên xwe pêk tîne.”

Şervîn Elo 22 salî ye, ew ji gotinê qut e yanî lal e. Lê zimanekî xwe yê din wê çêkiriye; Şervîn wêneyan xêz dike û hestên dikelimîne. Dayika Şervînê, Hemîde Elo, derbarê hunera wê got, “Şervîna min tiştek ji xwe re nekir asteng. Wê her da dû xeyalên xwe.”

Ji lalbûna xwe hêzê digire

Hemîdeyê da zanîn ku ew di nava şertên koçberiyê de rojên dijwar derbas dikin, lê ev yek ji bo xeyalên keça wê nabe asteng: “Tevî şert û mercên dijwar Şervînê dîsa dev ji xeyalên xwe bernade. Ew ji lalbûna xwe hêzê digire. Ji xwe re nake asteng. Şervîna min ji 12 saliya xwe ve wêneyan xêz dike. Ji xêzkirina wêneyan gelek hez dike. Lê mixabin dibistanên rejîmê Şervîn nehewandin, ji ber vê yekê Şervîn xemgîn dibû.”

Wêneyên xwe li Efrînê hiştin

Dayika Şervînê wekî din dibêje, “Piştî şerê Helebê em çûn kantona Efrînê. Ev jî ji bo Şervînê şansek bû. Li Navenda Efrînê, Şervînê ji bo xeyalên xwe pêk bîne derbasî navenda çand û hunerê bû. Şervîna min bi têkoşîna xwe û bi piştgiriya mamosteyên xwe gihişt armanca xwe. Şervîn endameke yekîtiya rewşenbîrên Efrînê bû. Şervînê pirr ji Efrînê hez dikir. Li Efrînê nêzî 43 wêne xêz kiribûn, lê piştî derketina me ya ji Efrînê Şervînê qebûl nekir ku wêneyên xwe derxîne. Çimkî Şervînê bi hal û tevgera xwe diyar kir ku gorên Şehîdan li Efrînê mane, hema wêneyên wê bimînin ma wê çi be.”

Dawiyê, Hemîdeyê balê dikişîne ser wêneyê ku Şervînê li Şehbayê xêz kiriye û dibêje, “Şervîn bi wêneyên xwe berxwedana Efrînê tîne ziman. Di wêneyekî wê de pêlîstoka zarokekê ji destên wê ketiye, serê wê bi xwîn e û li pişt wê jî darên zeytûnê yên şikestî hene. Şervîn gelekî dixwaze vegere Efrînê. Ew bêrîkirana xwe ya ji bo Efrînê xêz dike.”