
DOZGÎN MEHMÛD / ANHA
Kesên ku karê hunerê dikin, bi hestên xwe gelek tiştan û bi hunermendiyeke pispor vedibêjin. Nemaze jinên bi hestiyariya xwe û hezkirina jiyanê tê nasîn vê bi ser dixin. Jin bi hestên xwe gelek nirxên mirovahiyê dihewîne û vedibêje. Mînaka vê yekê jî jina bi navê Riweyda Îsmayl Eyo ye. Hezkirina Riweyda ya ji wênexêziyê re ji zaroktiyê ve dest pê kiriye û heta îro jî didome. Riweyde ji zaroktiya xwe û heta ku bi xwe jî bû dayika zarokan dest ji hobiya xwe bernedaye. Ev hunera wê jî di jiyanê de her dem jê re bûye îlhama ku gelek tiştan birêse.Riweyde jineke 37 salî ye. Riweyde dayika 3 zarokan e. Dema ku ew di dibistanê de bû, wêne xêz dikirin. Mamosteya wê û birayê wê wêneyên wê diecibandin û jê re digotin xêzkirina resman bidomîne.
Îlhama xwe dewrî nifşên din dike
Riweyde di xwendina xwe ya amadeyiyê de beşê hunerên destan ên jinan hildibijêre. Di vir de jî fêrî gelek karên destan û dirûtinê dibe. Ew ya dilê xwe li ser kaxizan xêz dike û piştre derbasî ser cam û caw dike. Yanî di dîzaynkirina cilan de jî dixebitî. Sala 2005’an piştî ku Riweyde zewicî li bajarê Qamişlo bi cih bû û piştî demekê dibistana zarokan vekir û dest bi perwerdekirina zarokan kir. Riweyda dibêje, zarok weke rûpelekî spî ne û di zaroktiyê de fêrî çi bibin wisa jî mezin dibin. Ji bo vê yekê jî wê xwest ku çawa li ser kaxizeke spî tiştekî xweşik xêz dike wiha jî zarokên biçûk li ser tiştên baş perwerde bike da ku bingeha kesayeta wan xurt be. Yanî karibe nifşên nû yên serketî perwerde bike.
Xebatek ji bo 8’ê Adarê kir
Riweydaya ku ji zaroktiya xwe ve evîndara wênexêzkirinê ye û wênexêzkirin xistiye nava jiyana xwe ya rojane, xwest ku ji bo 8’ê Adarê jî tiştekî pêşkêş bike. Ji ber vê yekê jî ew cihê xwe di xêzkirina wêneyên li ser dîwarên sereke yên bajarê Qamişlo de digire. Her wiha ji bo xebatên 8’ê Adarê jî wênayan xêz dike. Riweyde bi firçeya xwe gelek tabloyên ku keda jinê û hunera jinê vedibêjin.