´Leşker çavsor bûbûn´
Li gor agahiyan welatiyên hatine binçavkirin, bi helîkoptera leşkerî ew birine Dozgeriya Qilaban û tenê Yilmaz Encu li Fermandariya Tugaya Gulyazî ye. Dîsa tê gotin ku lîsteya 60 kesên li wan digerin heye. Deriyê pola yê mala Cevher Uren ê hat binçavkirin hat şikandin, hevsera wî Semîra Uren got, "Rahiştin kompîturê û avêtin erdê. Li hundirê wê geriyan. Li her cihî geriyan. Heta li hundirê makîneya cilan jî geriyan. Em nizanin bê li çi digeriyan. Leşker wek kesên çavsor tevdigeriyan."
Bi lêdanê binçavkirin
Behîce Enc jî bi gotina, "Birayê min kaş kirin û kirin binçavan" axaftina xwe wiha domand, "Heta ber maşîneyê birayê min kaş kirin. Xwestin kurê birayê min bi lêdanê bikin bin çavan, lê xwe ji maşîneyê avêt û reviya. Wêneyê bi tenê yê Seyîthan Encu ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû û dîsa wêneyê çarçovekirî yê 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ji dîwar hilgirtin, avêtin erdê û şikandin."
BDP´yî li Roboskî ne
Serokê Rêxistina Qilaban a BDP'ê Yunus Urek, Şaredarê Qilabanê Mesut Paksoy û gelek BDP'yî piştî serdegirtina leşkeran bihîstin, çûn gundê Roboskî û bi malbatan re axivîn. BDP'ê wê derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide.
Dibe ku êşkence dikin
Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ferhat Encu jî têkildarî bûyerê got, "Xizmên me hatin derbkirin û bi vî awayî hatin binçavkirin. Niha li qereqolê di destên leşkeran de ne. Em ji jiyana wan bi guman in. Dibe ku niha êşkenceyê dibînin." Encu axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Em dixwazin careke din bi bîr bixin. Ev zext û êrîş wê me bêzar nekin.Em ê di têkoşîna xwe ya edaletê de paşde gavan neavêjin."
´Ev kîjan dewlet e´
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, bi rêya tora civakê di hesabê xwe yê Twîtter de pirsa fermana sedergirtina komî ji aliyê kê ve hatiye kirin kir. Kaplan got, "Gelo Dozgerî ye, Walîtî ye, an na karê paralel e? Eşkere bikin. Zîhniyeta muebbeta girankirî ya li Roboskî ji edaletê direve, zext, tehrîk û aloziyê dixurîne. Em hewl didin bi Wezîr re biaxivin.
Dikarin dest bidin zarokên Roboskî; lê nikarin dest bidin zarokên wezîran. Ev zîhniyeteke çawa ye?"
ŞIRNEX