Li Amedê jî xwendekarên mûzîka Kurdî guhdar dikir bûn hedefa polîsan. Li Ûşakê karkerên bi navê Eren Somer (26) û Ufuk Çelik (28) hat îddîakirin ku dema li parqa li ser kolana Îsmetpaşayê ya li hember walitiyê di navbera xwe de bi Kurdî axivîn hatin kêrkirin. Hat ragihihandin ku her du karker jî di destpêkê de dema bi Kurdî diaxivin ji aliyê ewlehiya taybet bi gotina “Hûn nikarin li vir rûnên” tên hişyarkirin û piştî îsrara rûniştinê bi kontrola GBT yê polîsan re rû bi rû dimînin. Karkerên piştî ji parqê vediqetin ji aliyê 3 kesan ve tên kêrkirin.
Karkerê bi navê Eren Somer ji stû, zik û singa xwe bi çar caran, Çelîk jî ji pişt û zikê xwe du caran derbê kêran dixwe. Çelîk û Somer ê piştre radikin nexweşxaneyê di lêgerîna giran de ne û hêj xetera jiyana wan berdewam dike. Lê belê ligel ku xetereya jiyana karkeran berdewam dike jî êrîşkar bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.
Êrîşî xwendekaran kirin
Li Yurda xwendekaran a Ziya Gokalpê ya Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên jin ên li muzîka Kurdî guhdar kirin rastî êrîşa polîsan a bi gazê hatin. Li yurda xwendekaran a Zanîngeha Dîcle ya Amedê xwendkarên ku li muzîka Kurdî guhdar kirin rastî bertekan hatin. Piştî bertekên xwendekarên din polîs ketin zanîngehê û bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên Kurd kirin. Hat zanîn ku xwendekarek Kurd ku li muzîka kurrdî guhdar kir, rastî bertekan hat. Piştî niqaşan pevçûn derket. Yekîneyên ewlehiyê ketin navberê û xwendekar aş kirin. Piştî ku bûyer hat bihîstin xwendekarên din ev rewş şermezar kirin û çalakî pêk anîn. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî hatin zanîngehê bi gaza îsotê û bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kirin. Xwendekarên rastî êrîşê hatin rapora lêdanê stendin.
ÛŞAK/AMED