27'ê Tebaxa 1979'an, li bajarê Sinê 11 têkoşerên Kurd li balefirgeha bajarê Sineyê tên gulebarankirin. Piştî şoreşa gelên Îranê û serhildana azadiyê ya Kurdan, hukumetê hêzên xwe dişîne Kurdistanê. Di 7 mehên destpêka şoreşê de, bi fermana Humeynî û fermandariya Sadiq Xelxalî, nêzî 500 Kurd ji aliyê hukumeta Îranê ve hatin kuştin.

Belgeya înfazê tê weşandin

Di wan salan de nûçegihanê rojnameya Îtlaatê Cîhangîr Remzî û hevkarekî xwe ber bi navçeyên şer ve diçin û dibin şahidên kuştin û gullebarankirina kurdan. Wêneyê kuştinê bi makîneya xwe dikşîne. Ji van wêneyan yek jê tê bijartin û di rojnameya Îtlaatê de tê weşandin. Lê wêne bê nav tê weşandin. Ji ber wî dîmenê înfazê, hêjmara rojnameyê ya wê rojê, di demeke kurt de tê firotin. Ajansên nûçeyan ji bo wî wêneyî bikirin daxwaz dikin. Piştî wêne tê weşandin, di salvegera damezrandina rojnameya Îtlaatê de hikûmet dest danî zer rojnameyê û dike weke rojnameyeke dewletê.

UPI wêne belav kir

Lê belê wêneyê gulebarankirina 11 têkoşerên Kurd û nûçeya komkujiya Kurdan li seranserê cîhanê belav dibe. Beriya belavbûna vî wêneyî, raya gişti ya cîhanê ji kuştina Kurdan agahdar nebû.
Du roj piştî belavkirina wêneyan, di 29'ê Tebaxa 1979'an de, ajansa wênegiriyê ya li Washîngtonê United Press (UPI),  bi awayekî fermî vî wêneyî belav dike û paşê gelek rojname di rûpelên xwe yên yekem de cîh didin vî wêneyî.

Xelata Pulîtzer dan Remzî
Di 14´ê Nîsana 1980´î de ev wêneyê înfazê yê Cîhangîr Remzî hêjayî Xelata Pulîtzer hate dîtin, lê hîn jî kesê ku ev wêne kişandiye nedihat zanîn. Di 10´ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de kovara Alman Spiegel, çîroka vî wêneyî weşand, lê tevî 27 salên derbasbûyî kesek xwediye wêne nas nedikir. Ji ber vê yekê xelat weke fermî ji wênevanên bê nav re hate dayîn. Xelata Pulîtzer, di dîroka xwe ya 80 salî de cara yekem ji kesekî bênav re dihat dayîn.

'Wêneyên min bû sedem'
Di sala 2006'an de nûçegihanê Wall Street Journalê, Joshua Prager piştî lêkolîna 5 salan şopa wênekeş dît. Prager ev bi nûçeyekê di rojnameyê de eşkere kir. Pey vê nûçeyê wênekêş Cîhangîr Remzî di 58 saliya xwe de piştî 30 salan di sala 2007´an de li Zanîngeha Colombiya´yê bi merasîmekê xelata xwe wergirt. Remzî di dema wergirtina xelatê de got: "Ya rastîn, min berî ve bi 26 salan xwelata xwe wergirt. Ji ber ev wêneyê ku min kişand bû sedem ku li dijî kuştina mirovan were sekinandin. Weke rojnamevanekî, ji bo min ya herî watedar ev e. Di rastiyê de ev ji bo min dibe xelata duyemîn."
Rojnameya Wall Street Journal jî ji bo kumkujiyên li Kurdistanê ev nivîsand: "Du rêzên 11 kesî yên li hemberî hev hatine rêzkirin. Di yek ji wan de çav girtî ne, di destê kesên rêza din de jî çek heye. Fermana gulleberdanê hat dayîn û di wê kêliyê de kesê 12´emîn pêlî deklanşorê kir. Bi fîlmê xwe yê di makîneya Nîkonê de ev komkujî reş û sipî qeyd kir." 

ANF/SORAN