Mêrên Êzîdî rûniştine, li pişta wan jî hi zarok û mêrên Êzîdî sekinîne, ew şipê ne. Gava çavên mirov bi piyên wan dikeve, bi rehetî dibîne ku xwas in. Bê îstîsna, hemû xwas in. Ev jî nîşan dide ku ev ew li Lalişa Nûranî ne. Axir wênegirê Ingilîz Anthony F. Kerstings ev wêne sala 1944´an girtiye. Li gorî ew agahiyê dide, ew kesên rûniştî ji rûspiyên Êzîdiyan in. Ji ber ku wî her wiha gotiye ev festîvala ji bo rûmeta Şêx Adî ye, em dikarin wiha hizir bikin ku ew behsa Cûmaya Şêx Adî - yan jî Cûmaya Lalişê - dike. Di vê cejnê de xasma gora Şêx Adî tê tewafkirin. Di vê cejnê de Êzîdî heft rojan ayîn û tewafên xwe dikin û dibin hecî.

Anthony Frank Kersting wênegirekî mîmariyê bû. Ew bi giştî weke wênegirê herî hoste yê mîmariyê yê di saxiya xwe de hat qebûlkirin. Gava sala 2008´an wefat kir, wî li pey xwe gelek wêneyên ji welatên Ereb û her wiha ji nava Kurdan hiştin.

 

LONDON