Wêneyek bûye belgeyek ji bo hebûna Kurdan di destpêka sedsala 20´an de li herêma Derya Reş. Wênegirê Rûs Prokudîn-Gorskî ev jin û zarokên wê li ber çemê Çoruhê û nêzî peravên Derya Reş bi wêneyê xwe bi wî mekanî ve girêdane.
LUQMAN GULDIVÊ
Serpêhatiya wêneyekî, ne tenê ya wî wêneyî û wênegira/ê wî ye. Kesên di wêne de, mekanên wêne lê hatî girtin jî serpêhatiya wî ne. Em ji wêneyekî sala 1905´an ê li Bakurê Artvînê li gundekî hatiye girtin, fêr dibin ku Kurd li wir hebûne, hem jî bi cilûbergên xwe yên ji rêûresmê û gelekî beloq jî dibêjin em Kurd in. Em behsa vî wêneyî, Kurdên Artvînê û wênegirî bikin.
Sala 1905´an û carake din jî sala 1912´an wênegirê Rûs Sergey Mixaîlovîç Prokudîn-Gorskî (1863–1944) rêwitiyeke berfireh li herêmên Qefqasan kir û hingê gelek wêne jî girtin. Ev wêneyê hanê jî wî nêzî gundê Kvartsxana yê nêzîkî bajarê Artvînê girtiye. Û erê, hingê nêzî bajarê Artvînê Kurd hebûne, li wan çiyayê Kaçarê, nêzî çemê Çoruhê û qederê 30 kîlometreyan dûrî peravên Derya Reş. Di şerê 1877-1878´an de di encama Peymana Batûmî de ev dever ketibû bin hikmê Împeretoriya Rûs. Û di nava pêkhatina etnîkî ya hingê ya deverê de gelek Kurd jî hebûne.
Gelo Şêxbizinî bûn
Ha di vî wêneyî de (Jina Kurd bi zarokan re) jineke Kurd tevî sê zarokên xwe heye. Gava em berê xwe didin jinê, em dibînin ku cilûbergên rengîn lê ne û bi xişiran jî xemilandiye. Wê ji ber girtina wêne, desmala xwe daye ber devê xwe jî ku di rewşên asayî de û li nava jiyana xwe ya gundewarî û zozanan de wê nekira. Ev agahî jî ya wênegir bi xwe ye ku dibêje, jinên Kurd ji bo mutewazîbûnê, dema ku wêne tên girtin dev û rûyê xwe bi desmala xwe digirin. Herdu zarokên piçûk xwas bin jî, em di piyê zarokê mezin de goreyên rîsî dibînin û li bejn û bala wî jî cilûbergên Kurdî yên ku li gorî usûla Rojhilatê Kurdistanê û deverên çiyayî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, dibînin. Kî dizane belkî jî Şêxbizinî bin, lewma Şêxbizînî heta bi Artvîna li ser sînorên deverên Kurdistanê çûne û Artvîn jî ji warên wan e. Gundê Kvartsxanê bi xwe îro li ser ti nexçeyan nîne, çend malên ji hev bela wela yên li ber çemê Çoruhê li bakurê Artvînê, êdî bi navê Bakirkoyê tên naskirin û ne ji Kvartsxanê û ne jî ji Kurdên wê ti şûn û şopa darîçav êdî xuya nake. Yanî ev wêne belgeyeke hebûna Kurdan li Derya Reş e.
1901 wêneyên rengîn ji destpêka sedsala 20´an
Prokudîn-Gorskî ji bo rengandina van wêneyên xwe wêne pêvajoyeke taybet re derbas dikirin û ev jî rêbaza wî bû. Armanca wî ew bû ku arşîveke dîtbarî ya Împaretoriya Rûs a destpêka sedsala 20´an çêke, yeke rengîn. Hin wêneyên wî ji sala 1905´an bin jî, pirraniya wan di navbera 1909 û 1915´an de hatine girtin. Ev wêneyê jina Kurd û zarokên wê bi xwe ji sala 1905´an maye.
Wî karî bi alîkariya madî ya Çar Nîkolasê Duyê û Wezareta Veguheztinê li gelek deverên împaretoriyê bigere.
Negatîvên wêneyên Prokudîn-Gorskî bi du rengan heta bi roja me hatine: 1901 negatîfên lewheyên camî yên sê çarçoveyî yên reş û spî ku bi fîltreyên jihevderxistina reng hatine çêkirin û 12 albûmên çapa sepia tone (bi zêdekirina rengekî li reş û spî germkirina rengên wêneyekî). Library of Congressê (Pirtûkxaneya Navendî ya DYE´yê ku her berhema çapê dixe arşîva xwe) hemû negatîf û albûm jî sala 1948´an ji malbata Prokudîn-Gorskî kirrîn.