MÛRADA KENDA
ANHA/QAMIŞLO
Reşo Kasan ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi kameraya xwe di hemleyan de cih girtiye. 28 wêneyên wî girtî di pêşangeha pirtûkan a li Qamişloyê tên pêşkêşkirin.Ji bo bîranîna Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Çand û Huner a Kantona Cizirê pêşangeha pirtûkan a Rojava di sala xwe ya duyem de bi dirûşma ‘Em bi xwendinê zindî dibin’ li bajarê Qamişlo li Hola Zana vekir.
Pêşangeh di bibîranîna roja şehadeta Hisen Şawîş (Herekol) de (di encama qezaya trafîkê de) li ser navê wî hate lidarxistin. Di pêşangehê de gelek pirtûk û wêne cih digirin. Pêşangeh bi beşdarbûna mêvanan û bernameyên semîner, nîqaşên maseya gilover dê 7 rojan bidome.
Ji Minbicê heta bi Dêrazorê
Şervan, şoreşa Rojava bi berxwedan û têkoşîna xwe di wêneyên dîrokî de bi cih dike. Di nav pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de 28 wêneyên ku bi kameraya endamê ragihandina YPG’ê, Reşo Kasan hatine girtin, tên pêşandan. 20 wêne li ser hemleya Dêrazor, Reqqa, Minbicê û 8 wêne jî ji yên berxwedana Efrînê ne.
Reşo Kasan ji bajarê Dêrikê ye û ji destpêka Şoreşa Rojava ve di nav hemû hemleyan de bi kamereya xwe cih girtiye. Herî dawî di nav Berxwedana Serdemê de jî tevî hemû astengiyan, rastiya şer bi kadraja kameraya xwe ragihand.
Rastiya dijmin û wêne
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 20’ê Çile de dewleta Tirk bi şêwazeke hovane êrişî Efrînê kir. Berxwedana Efrînê li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk bi navê Berxwedana Serdemê hate pênasekirin.
Reşo di nav Berxwedana Serdemê de jî bi kameraya xwe cih digire û wan rojan wiha parve dike: “Her wenê di dîroka Kurdan de cih digire. Em jî bi kameraya xwe, rastiyê derdixin holê. Di nav şoreşê de ragihandin girîng e. Berxwedana Efrînê di nav cihanê de li ti cihî çênebûye. Di nav wê berxwedanê de min cih girt. Rastiya dijmin û berxwedana gel bi kameraya xwe me hewl da em derxin holê.”
Mijara wenêyan Berxwedana Serdemê li ser jiyana YPG/YPJ’ê li dijî hemû astengiyan şerkirin, heviya çavên şervana û rûkeniya wan e.
Rûkeniya şervanên YPG/YPJ’ê
Reşo dibêje, wêneyên herî balkêş di berxwedana Serdemê de girtiye. Li dijî hemû êrişan moralên gêş û kenê li ser rûyên şervanên YPG/YPJ’ê nîşana serketinê bû û wiha pê de çû: “Xwesteka me ew e ku di nav pêşangeha de jî bi wêneyan ew rûkeniya şervana were xuyakirin. Çîrokên şervanan di rûyên wan û çavên de li ser wêneyan jî xwe nişan dide. Di bin baranê de berxwedana Serdemê ku li dijî dagirkeriyê hate meşandin, nayê jibîrkirin. Armanca me ew e ku li ber çavên hemû cîhanê rastî û têkoşîna YPJ/YPG’ê eşkera bikin.
Nîşandana armanc û xwestekan e
Yek ji wêneyên ku bala Reşo kişandiye, wêneyê şervanên YPJ`ê bûye. Reşo wî wêneyî wiha şîrove dike: “Wêneyên hevalên YPJ’ê, ku em bi hev re tev li Berxwedana Serdemê bûn, ji bo min pirr bi wate ne. Ev her du hevalên YPJ’ê, ji çalakiyên nû dihatin û westandina wan ji roniya çavên wan diyar bû. Lê tevî hemû westandinê, herdû heval ji bo çalakiyeke din dîsa vegeriyan. Di nav çalakiyê de şehîd bûn. Hemû cihan wê armanc û xwesteka wan şervanan bi rêya wan wêneyan wê bibîne.”
Zarok çûn serdana pêşangehê
Pêşangeha pirtûkan di roja çaremîn de didome. Pêr zarokên dibistanên Qamişloyê çûn serdana pêşangehê. Her wiha li ser mijara ‘Di şer de moralê gel û rastiya ragihandinê’ nîqaş hat kirin. Rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran asta rola ragihandinê di nav civakê de minaqeşe kir.