Li Çînê di gorekê de wêneyên rawirê şîn, hespekî ku difire û xwedayekî tazî yê ku hakimê bayê ye, hatin dîtin. Wêneyê ku ‘rawirê’ şîn temsîl dike, li sere banê hola ku diçe gorê ye. Arkeologên çînî diyar dikin ku wêneyên di gorê de hatine dîtin, bi motîfên cuda hatine neqişandin û peyamên gelekî girîng û dewlemend didin. Li gorî arkeologan, gelek ji van wêneyên di dîwaran de, di gelek gorên ji wê serdemê mayî de jî tên dîtin. Gelek neqşên ku hatine dîtin hêj çi vedibêjin û temsîla çi dikin, nehatiye kifşkirin. Arkeologan da zanîn ku wêneyê tazî yê ku xwedayê bayê temsîl dike, ji ber çi ber bi gorê ve dibeze, hêj ji hêla wan ve nehatiye zelalkirin û bal kişandin ser rawirê şîn (bi gotina arkeologan) û çi temsîl dike şîroveya wê nehat kirin.

Gor hatiye talankirin

Arkeologan destnîşan kir ku piştî gor sala 2013’an tê şêlandin, haya wan ji vê gorê çêdibe. Gor li bajarê Xînzhouyê ye û di navbera salên 2013 û 2014’an de ji hêla arkeologên Enstîtuya Arkolojîk a Eyaleta Şansî ve hatiye lêkolînkirin. Arkeologan piştrast kir ku odeya gorê hatiye şêlandin, hestiyên mirovan ên di gorê de hatine dizîn û tenê çend parçeyên darbestê di gorê de mane. Lê tê gotin ku beşeke hola odeyê ya ku diçe gorê, kesî dest nedayê, nehatiye şêlandin û gelek wêne û berhemên baş hêj wekî berê mane. Di nav wêneyên ji hêla ekîbê ve dîtî de, hin wêneyên fantastîk û mîtolojîk jî di nav de, wêneyên ku kirîn û firotina hespan û nêçîrê temsîl dikin jî hatine dîtin. Li gorî arkeologan der barê çûyîna bihûştê, bazirganiya hespan, nêçîrvanî, cil û bergên dewlemend, jiyana civakî, dîrok, çand û pêkanînên leşkerî de pirr agahiyan dide. 


NAVENDA NÛÇEYAN