Wêneyê bajêr: Kobanî bajarekî, cigeheke, navekî, teqîneke li cihanê bi nav û olana xwe ve bê mînak e. Erdnigariya wê, berxwedana li ser wê erdnîgariyê, dîmen û wêneyên wê yên wate daye rûpelên çapemeniya cihanê. Kobanî bajareke piçûk lê sîya olana wê cihan dagirt û xwe gihande tevahiya gerdûnê.
Wêneyê Arînê: Qehreman û efsaneyên yêzdanî, yên di kûrahiya dîrokê de veşartî, ji nû ve li ser xaka Kobanî vejîya. Zîlan, Zekiye, Rahşan, Roza porsor xwe gihandin ba Arîna stêrka asûmanê me ku bikani bi wê xwedawendê re rengê vê berxwedanê ber bi serkeftinê biguherinin! Xwedawend taybetî ne, wekê Arînê. Dema mirov li wêneyê Arîna xwedawend dinêre, di nava hestên gerdûnî de bi bîr ve diçe. Kenê wê bi awayê Kobanî bi dil û can e, wekî asûmanên Kurdistanê çîk sayî û hingivîn e. Nêrînên wê avsunî û hêvî ne. Mirov di wan awirên wê de vejîna stêrkan dibîne, li hember wan tirîjên ji cemala wê diteyîse, lerzeke bê hemba canê mirovan digire.
Wêneyê bav û zarokan: Bavê ku li eniya şer herdu keçên xwe yên wek kulîlkên nû vedayî, mîna hêviya jiyanê di nava mirinê de li ser lingê xwe kirî xewê, zaroka piçûk di hemêzê de, klêşa xwe daniye kêleka xwe, li ber dengê doçka, mitriyaloz û bombeyan, ji wan kulîlkan re lorîkan dibêje. Di lorîkên xwe de mizginiya jiyanê dide berxên xwe. Ev wêneyê ku hemû rengên şer diteyîsîne, bi êşa dil nîşanê mirovahiyê dide ku şerê jiyanê di nav çi dijwarî û metirsiyeke diljen de li dij reşahi û wehşeta nemiroviyê tê dayîn.
Wêneyê Malbatê: Ji bo afirandina jiyane; kur, bav û kalik, ango sê niviş ji bo serkeftina jiyanê, ji bo rûmeta mirovahiyê di heman eniya şer de, mil bi mil, ne wek kalik bav û kur, wek rêheval, wek qehremanên canfeda ditekoşin.
Wêneyê Jinan: Pîrik, dayîk, keç û bûk, metik û xwişk, cîran, mamosta û xwendakarên wê, ji bo rûmet, şeref û namûsa xaka xwe, li ser xaka sar, lê bi xwîna bav û kalan û dayîkan hatî avdan, bi şiyara „şêr şêr e, çi jin e çi mêr e!“ bê razan û bêhndayîn li dijê d bêxwedayên bi navê xwedê xwînê vedixwin, şer dikin. Wêneyên şahadetan, wêneyên Gilgamêşan, yên ku ew agirê wê berxwedanê gurr kirine, xaka Kobanê bi xwîna xwe avdane hene. Tu gotar neyên nivisandin jî, dê ev wêne mora mayînde li dîroka bêbext bixîne.