
Wêneyên pêşangeha ku Serokkomarê Tirk Erdogan jê aciz bû, niha jî bûn pirtûk.
Wênevan Demîr Sonmez, wêneyên çalakiyên protestoyî yên 5 salên dawî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin lidarxistin, di Nîsana 2016’an de weke pêşangehekê nîşan da bû. Gelek parlamenter, şaredar, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskar beşdarî vê pêşangehê bû bûn. Di pêşangehê de wêneyên gelên ku pêkanînên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê şermezar kirin, hebûn.Di pêşangehê de, der barê çalakiya li ser Berkîn Elvan ê 15 salî de, wêneyê pankarta bi nivîsa “Navê min Berkîn Elvan, polîs ez bi fermana serokwezîr (Erdogan) kuşt, hatibû nîşandan.
Serokwezîrê Tirk Erdogan diyar kiribû, ku hem vî wêneyî, hem jî nîşandana wêneyên çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew aciz kirine û ji Swîsreyê xwestibû, ku pêşangehê betal bike. Ev daxwaza Erdogan ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê û rêveberiya Kantona Cenevreyê ve hate redkirin. Piştre bi daxuyaniyekê hate ragihandin, ku “Ev der ne Tirkiye ye” û pêşangeha wêneyan a Demîr Sonmez jî divê di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin.
Wênevan Demîr Sonmez, li ser sedema amadekirina vê pirtûkê ji ANF’ê re axivî û got, “Min xwest, daxwazên gelan ên li ber Neteweyên Yekbûyî nîşan dan, mayînde bikim. Min xwest, qîrîna mirovên cîhaneke baştir têdikoşin, bigihînim nifşên nû.
SERKAN DEMÎREL/ANF/CENEVRE