Li Başûrê Kurdistanê Xaneqînê pêşengeha wêneyên li ser rewşa jinan hat nîşandan. Pêşengeh ji bo du wênekêşan Îqbal Zehawî û Elî Bîşrawî ve ji aliyê Meclîsa Parêzgeha Diyalayê ve hat vekirin. Gelek kesayetên naskirî, rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vekirina pêşangehê bûn. 

Resam Elî Bîşrawî der barê mijarê de got: “Ev yekemîn pêşengeha min ya hevbeşe ku bi 20 tabloyan bi hunermend Îqbal re beşdar bûme. Şêwazê wêneyan klasîke ku rewşa jinên li Iraqê di serdema navîn û pirsgirêka jinan di vê serdema niha de nîşan dide.”


Jinên Şengalê

Bîşrawî di tabloyên xwe de balê dikşîne ser jinên Şengalê ku çawa ketine destê DAIŞ’ê û dinalin, li ser mijarê wiha dibêje: “Jinên Şengalê wek çiyayên Şengalê û darên xurmeyên Iraqê bilindin. Herçend bejna wan daran hatiye birîn lê hertim berheman diafirînin.”

Hunermenda Îqbal Zehawî jî ragihand ku ji bo cara yekê berhemên xwe nîşan dide û wiha got: “Min bi 20 tabloyan beşdarî vê pêşengehê kir. Çend mijaran di nav xwe de dihewîne. Ez spasiya xwîşka xwe dikim ku gelekî ji min re bû alîkar.”

Elî Bîşrawî ji navçeya Qeretepe koçber bûye û helbestvane. Îqbal Zehawî jî mamosteye û xelkê bajarê Xaneqîne.


ZEYNEB ERKEWAZÎ/ROJNEWS/XANEQÎN